YNKê: Em ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê amade ne

Kurdistan 01:19 PM - 2023-12-26
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê  PUKMEDIA

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

YNKê Kerkûk

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê amade ne û got:’’Em ti carî ji hilbijartinan netirsiyane û em amade ne ku sibe beşdarî hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bibin."

YNK di nava gel de partiyeke siyasî ya dîrokî ye
Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDYA re wiha got:“YNK ji ber ku ev çend roj in hilbijartin bi dawî bûne, ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amade ye û YNK di nav gel de partiyeke siyasî ya dîrokî ye, bi salan e hilbijartinan dike û piştî her hilbijartinê jî ji bo hilbijartineke din amade ye.”
Pîre li ser gilîkirina li dijî yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê got:"Fraksiyona YNKê di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de şikayetek pêşkêşî Dadgeha Federalî kir û daxwaz kir ku 5 xalên yasaya hilbijartinan nedestûrî bên ragihandin. Ji ber ku her biryareke din nerewa ye û rastî jî YNKê daxwaza wê yekê dike ku  Dadgeha Federalî jî, her çi biryarê bide YNK dê rêzê lê bigire.” 
Saadî Pîra jî got:“ Pêwîste rê li ber karvedana li jêr navekî û karkirina bo navekî din bê girtin, ji ber ku di dema borî de jî hatiye îsbatkirin ku xelkê Herêma Kurdistanê tûşî wê yekê bûne.”
YNKê li dijî 5 xalên yasaya hilbijartinan gilîname tomar kir
Li ser madeyên (1-9-15-22-36) yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, gilî ji aliyê Ziyad Cebar, Serokê Fraksiyona YNKê di civîna pêncem a Parlamentoya Kurdistanê de hatiye kirin.
YNK dixwaze yasaya Parlamentoya Kurdistanê ku di sala 1992ê de ji aliyê Eniya Kurdistanê ve hatibû derxistin, di hilbijartinên 25ê Sibatê yên Parlamentoya Kurdistanê de jî bi cih bîne.
Eger dadgeh ji bo YNKê biryarê bide, dê li şûna Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, dadwer çavdêriya proseya hilbijartinan bikin û 11 kursiyên kvota yên civatan bên betalkirin Tenê 5 kursiyên dawî dê ji bo mesîhiyan bimîne.
Li gor yasaya Civata Niştîmanî, sîstema hilbijartinên Kurdistanê ji yek navçeyî bo çend deveran tê guhertin.
Hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê 111 kursî ye, ji wan 11 kursiyên 5 kursî bo Keldanî, Suryan û Aşûriyan, 5 kursiyên Tirkmenan û kursiyek jî ya Ermeniyan e.
Dadgeha Federalî çendîn rûniştinên li ser şikayeta Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê kir û paşxist ku  biryare sibe (27.12.2023) bicive.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket