YNKê piştgiriya lidarxistina hilbijartinan dike

Kurdistan 06:00 PM - 2023-12-25
Ziad Cebbar  PUKMEDIA

Ziad Cebbar

YNK Dageha Federal

Endamekî Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir, ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştgiriya wê yekê dike ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayeke dadperwerane û demokratîk di roja ku ji aliyê serokatiya herêmê ve hatiye diyarkirin, roja 25/2/2024 were lidarxistin.
Endamê Encumena Serkirdayetiyê û berpirsê Navenda Rêxistina Silêmaniyê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Ziad Cebbar îro Duşemê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Nahengiya me ligel aliyên din ên siyasî yên Kurdistanê bi taybetî ligel Partiya Demokrata Kurdistanê ew e ku em wek Yekîtîya Niştimanî ji destpêka rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê ve tekezî li ser wê yekê kiriye ku, pêkhateyên herêmê li kîjan herêmê bin, nûnerên xwe yên rasteqîn li parlamentoya Kurdistanê hebin û dixwazin mesîhiyên Silêmaniyê jî li Parlamentoyê xwedî nûnerên xwe bin.
Derbarê dosyeya ku li Dadgeha Federalî ya Bilind a Federalî ya îtîrazkirina yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de hatiye vekirin, Ziad Cebbar wiha got: “Em hêvîdar in ku Dadgeha Federalî ku roja 27ê Kanûna îsal wê dozê dinere, biryarek derbixe ku hemû aliyek razî be û xizmeta berjewendiya giştî be, ji ber ku YNKê  armanc dike ku berjewendiyên her kesî biparêze û xizmeta hemû pêkhateyan bike.”
Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryara li ser giliya Serokê fraksiyona  Yekîtiya Niştimani  ya Kurdistanê Ziad Cebbar di rûniştina pêncem a Parlamentoya Kurdistanê û Aman Necîb Şemûn Seroka baskê (El-Rafîdîn) Encûmena Parêzgehê a Silêmaniyê de paş xist, derbarê yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, heta 27/12/2023.
Ew gilî di 02.05.2023ê de hatiye tomarkirin û tê de amaje bi 5 xalên yasaya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku  maddeya (1-9-15-22-36) dike, ku ew madeyên sererastkirî yên qanûna hilbijartinan in ku  daxwaz ji Dadgeha Federal dike ku guhertinan betal bike û qanûnê vegerîne nusxeya wê ya orjînal.
Ev materyal girêdayî hejmara endamên parlamentoya Kurdistanê, kursiyên kota, tomara dengderan û hejmara navçeyên hilbijartinan in.
Parlamentoya Kurdistanê ji 111 kursiyan pêk tê ku 11 ji wan kursiyan ji bo pêkhateyan e.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket