Yekîtiya Niştimanî...hewldaneke bênavber ji bo yekxistina rêzan û xizmetkirina welatiyan

Kurdistan 11:39 AM - 2023-12-24
Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA

Yekîtiya Niştimanî

YNK

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewla yekgirtina rêzên hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Êraqê dide û di hemû derfetan de tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina hevkariyên rasteqîne dike.

Di qonaxa niha de bi awayekî cidî kar dike ji bo yekxistina aliyên Kurdî bi taybetî piştî bidawîhatina hilbijartinên encumenên parêzgehan, û vakirina dezgehên xizmetguzariyê yên ku kar ji bo xizmetkirina welatiyan û pêkanîna daxwazên wan dikin.

Yekkirina helwesta partiyên Kurdistanî

Şêx Cefer Şêx Mistefa tekez kir ku serkeftina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hilbijartinên encumenên parêzgehan de serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye.
Berpirsê Encumena  Berjewendiyên Bilion a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa jî got: Serkeftina Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên parêzgehan de û bidestxistina piraniya dengan li parêzgeha Kerkûkê serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye.

Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê zêdetir ji 13 hezar şehîd û birîndaran ji bo parastina hemû pêkhateyan ne tenê gelê Kurd pêşkêş kir û bi dilsoziya bi xwîna şehîdan, welatiyan di hilbijartinên encumenên parêzgehê de dengê xwe dan Yekîtiya Niştimanî.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî xwest hemû hêzên Kurdistanî bi lîsteyek yekgirtî beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bibin û heta serokê Yekîtiya Niştimanî jî amade bû danûstandinê bike û nerm be, lê mixabin hin alî razî nebûn.
Wî berdewam kir: Hêvîdarim ku em li wan parêzgehan hevpeymanên  bihêz pêk bînin da ku xizmeta hemû navçeyên Kurdistanî yên veqetandî bikin û dezgehên xizmetguzarîyê pêk bînin.

 

Damezrandina rêveberên xizmetê bi yekkirina rêzan de

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Seidî Ehmed Pîre di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand: Tiştê xweş ew e ku Kurd li Kerkûk û Nînewa di rêza yekem de cih digirin û divê ev serkeftin bi awayekî herî baş were bikaranîn û zêdetir xizmet ji welatiyan re bê kirin.
Berdevkê Yekîtiya Niştîmanî diyar kir: Derbarê Kerkûkê de pêkanîna siyaseta Beis ya erebkirin û koçberkirin xizmeta parêzgeh û xelkê wê nake, em dibînin ku yên ku bikarin xizmeta Kerkûkê bikin ew in ku ji bo rizgarkirina Êraqê têdikoşîne û xwîna xwe feda kirin û ew Kurd in, bi taybetî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.
Herwiha tekez kir ku hilbijartina parêzgarekî kurd ji nav Yekîtiya Niştimanî, dê di berjewendiya hemû Kerkûkiyan de be, ji ber ku ew ne tenê dê bibe parêzgarê kurdan û Yekîtiya Niştimanî, lê dê bibe parêzgarê hemû pêkhateyên Kerkûkê. Amaje bi wê yekê jî kir, ku ji ber rêveberiya xirab li Kerkûkê kêşeyên mezin hene, lewma divê dawî li rewşa niha bê anîn, li ser vegerandina mafên xwediyên wan û pûçkirina hewlên pûç ên guhertina demografiya Kerkûkê.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket