Yekîtiya Niştîmanî dixwaze bi yekrêziyê dengên Kurdan vala neçe

Kurdistan 11:54 AM - 2023-12-22
Kerkûk PUKMEDIA

Kerkûk

YNKê Kerkûk

Berî lidarxistina hilbijartinên encumenên parêzgehan, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwaza pêkanîna lîsta yekgirtî ya Kurdistanê ji bo beşdariya di hilbijartinên Kerkûk û navçeyên nakokdar kiribû, lê hêzên siyasî û aliyên din ji bilî Partiya Komunîst ti bersiv nedan û helwesta wan bû sedema windakirina dengên Kurdistanê.

Eger belavbûna dengan nebûya me yê 9 kursî bi dest bixistana
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir, ku ji ber pirbûna lîsteyan û belavbûna dengê Kurdî, di hilbijartinên encumenên parêzgehan de hejmareke zêde ya dengên Kurdan ji dest çûne û got, eger ne wisa bûya, Kurd dê bi taybetî li Kerkûkê du kursiyên din jî  bi dest xistine ku dibû 9 kursî.
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Saadî Ehmed Pîre di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA ragihand: “Ji ber wê belavbûna zêdetirî 40 hezar dengên Kurdan li Kerkûkê têk çûne, eger na, Kurd dê 9 kursiyên encûmena parêzgehê bi dest xistine.”
Pîre bal kişand ser wê yekê ku hejmareke mezin ji dengdêrên kurd ji ber pirsgirêkên teknîkî yên wek têkçûna amûran û nexwendina şopa tiliyan nekarîn dengên xwe bidin û bang li rayedarên pêwendîdar kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bixebitin da ku hemwelatî karibin bi kar bînin mafê hilbijartinê yê demokratîk.
Got jî: “Tişta ku mixabin ewe ku em niha hest bi wê yekê dikin ku bersiva bangewazên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê derbarê yekxistina dengê Kurd li navçeyên cihê nakokiyê nedane, ji ber ku me ji destpêkê ve nîşan daye ku sîstema ku li navçeyên nakok de hatiye bikaranîn ya  hilbijartina di berjewendiya partî û blokên mezin de bû  û eger kurd bi lîsteyek yekgirtî beşdarî wan deveran bibin, dê serbikevin... Ev bêyî ku dengên xwe winda bikin, lê ji ber belavbûna zêdetirî 40 hezar dengên kurdan tenê li Kerkûkê ku bi qasî du kursiyan e ji dest dan.”
Heger ne hebûna YNK ê bûya, wê kurd kêmjimareke biçûk bûna
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji hêz û aliyên din ên siyasî zêdetir di nava xelkê Kerkûk û navçeyên nakokdar de tê qebûlkirin.
Dr.Rêwaz Faîq, Serokê Civîna Pêncemîn a Parlamentoya Kurdistanê: “Partiyên Kurdistanê bersiv nedan daxwazên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo pêwîstiya hebûna lîsteya yekgirtî ya Kurdistanî û di encama têkçûna wan de dengên Kurdan ziyan dîtin.Eger YNKê nebûya li Kerkûkê , dê dengên kurdan li jêr bûyana û dê kêmîneyeke biçûk bibûna bi taybetî li Kerkûkê.”
Rêwaz Faîq her wiha got: “Yekîtiya Niştimanî beriya hilbijartinan zêdetir ji carekê bang li partiyên Kurdistanî kir, ji bo yekkirina helwestan û pêşkêşkirina lîsteyeke yekgirtî ya kurdî ji bo hilbijartinan, ev yek ne ji ber lawaziya helwesta Yekîtiyê bû, belkî ji xema xwe ji bo bidestxistina baweriya xelkê Kerkûkê, ji bo îspatkirina Kurdistnbûna  bajêr û ne belavkirina dengên kurdî.” Tiştê ku Yekîtiya Niştimanî ji serkeftina xwe hêvî dikir, pêk hat û dengên hêz û partiyên Kurdistanî ji ber nebûna lîsta yekgirtî ya Kurdistanê têk çû.”
Nebûna yekîtiyê bû sedema windakirina gelek dengan
Di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, PUKMEDIA, Berpirsê Desteya Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrweyî , helwesta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştî hilbijartinên encumenên parêzgehan eşkere kir û tekez kir, ku xelkê herêmên nakok yekîtî xelat kirin û aliyên din ceza kirin.
Letîf Nêrweyî  got jî: Beriya destpêkirina piropagendeya hilbijartinan me daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî kir ku bi yek lîste beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan bibin, lê mixabin ti yek ji wan ji bilî Partiya Komunîst bersiva destpêşxeriya Yekîtiya Niştimanî nedan. Partiyên Kurdistanî bi lîsteyên cuda beşdar bûn û ev jî bû sedem ku zirarê bide dengên Kurdan li navçeyên nakok.
Her wiha  tekez kir: Yekîtiya Niştimanî li her çar parêzgehên Kerkûk, Nînowa, Diyala û Selahedîn namzedên serketî hene, lê aliyên Kurdistanî yên beşdar di hilbijartinan de yan li du parêzgehan de namzedên serketî hene yan jî ti berbijêr bi dest nexistin, ji bilî wê yekê ku Yekîtiya Niştimanî di navendê de, ya yekem e li ser asta hemû parêzgehên navçeyên nakokdar e.
Jimareke mezin ji dengên kurdî pûç bûn
Endama Encûmena Nûnerên Iraqê Dr. Briar Reşîd di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: “Di hilbijartinên encumenên parêzgehan de hejmareke zêde ya dengên Kurdan ji ber helwestên çend aliyên siyasî têk çûne ku bû sedem ku Kurd zêdetir kursî bi dest nexin.”
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku: “Dengên winda bûne zêdetirî 41 hezar e ya Nifşê Nû, Yekgirtûya Îslamî, Komala Dadgerî û Partiya Sosyalîst a Demokrat ku di lîsteyên serbixwe de beşdar bûne. Eger van partiyan bersiva bangawaziya Yekitiya Niştimanî ji bo beşdarbûna di lîsteyeke yekgirtî de bida, me dê kursiyek din di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de bidest bixista.”
Lîsteyên cuda bûn sedem ku dengên Kurdan bê îflas kirin
Endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê Karwan Yarwayîs di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: “Li Xaneqîn û navçeyên Kurdistanî li parêzgeha Diyale dengên Yekîtiya Niştimanî %50 zêde bûne, lê belavbûna lîsteyên cuda cuda Kurdan bûne sedem  li van deveran windakirina jimareke mezin ji dengên Kurdan.”
Yarwayîs eşkere kir: dengderên xelkê Herêma Kurdistanê bi coş û bandoreke mezin beşdar bûn û ji bo beşdariya di hilbijartinan de rêyên dûr û dirêj derbas kirin û gendelî û kirîza darayî bandor li ser pêkanîna erkên xwe yên niştimanî nekir.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî

Kurdistan 11:10 PM - 2024-05-15 Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket