Du namzedên YNKê rêjeya herî zêde ya dengan li Kerkûkê distînin

Kurdistan 04:14 PM - 2023-12-20
Neşet Şawêz Xurşîd  û Pervîn Fetîh Hemîd PUKMEDIA

Neşet Şawêz Xurşîd û Pervîn Fetîh Hemîd

YNKê Kerkûk

Di hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê de 2 berbijêrên lîsta Hevpeymaniya Hêza me û Îradeya me ya Kerkûkê rêjeya herî zêde ya dengan bidest xistin û bi rêjeyeke mezin li pêş namzedên din in.
Neşet Şawêz Xurşîd namzedê jimare 3 yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Hevpeymaniya Hêza me û  Îradeya me ya Kerkûkê, di nava 176 namzedên mêr de piraniya dengan bidest xist û 37 hezar û 971 deng bidest xist û piştî wî jî Rakan Cibûrî tê 36 hezar û 617 deng stendin û namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li pêş e û bi ferqeke mezin jî.
Her wiha li ser asta jinan jî 68 namzedên jin hebûn, ku Pervîn Fetîh Hemîd, berbijara Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di nava hevpeymaniya Hêza me û Îradeya me ya Kerkûkê de, piraniya dengan di nav namzedên jin de bidest xist û 5 hezar û 396 deng bidest xist. Paşê ji Eniya Tirkmenî Sawsan Ebdulwahed tê ku 4831 deng bi dest xistiye û ferqa di navbera wan de zêdetirî 500 deng e.
Encumena Parêzgeha Kerkûkê ji 16 kursiyan pêk tê û kursiyek jî ji bo kotaya mesîhiyan e û 15 kursiyên mayî jî li gorî encamên hilbijartinan di navbera aliyên siyasî de hatine dabeşkirin.
Tevî ku heta niha Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan encamên dengdana taybet eşkere nekiriye, lê Hevpeymaniya Hêza Me û Îradeya Me ya Kerkûkê 5 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi dest xistine.
 PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket