Saadî Pîra: Em ê bi hilbijartinan ji bo xakê têdikoşin
Kurdistan 12:01 PM - 2023-12-19
PUKMEDIA
Saadî Ehmed Pîre
Beşdarbûna kurdan di hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê de bi taybetî li Kerkûkê îsbat kir ku kurd ti carî destek ji axa bav û kalên xwe nagirin û Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje:"Hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê ji bo kurdan şerê axê ye, ne nêrîna siyasî ye."
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre duh di civîneke çapemeniyê de got; "Hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê ji bo Iraqê bi giştî û navçeyên nakok bi taybetî û Kerkûk jî di nav de gelek girîng bûn, ji ber ku ji bo me kurdan ev hilbijartin mijareke axê bû, ne nêrîna siyasî ,em kêfxweş bûn bi dengên xwe kurdbûna bajêr îspat kirin”
Her wiha got:“Li parêzgeha Nînowa, ku jê re dibêjin Îraqa kêmkirî, giring e Kurd dengê xwe bidin û guhertinên îdarî li parêzgehê pêk bînin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku piştî karesata DAIŞê bo ser wî bajarî, pêwîstiya xelkê bi xizmetguzariyên zêdetir û pêkve jiyanê heye.’’ Pîra got, namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Kerkûk, Nînowa û hemû navçeyên nakok namzedên gelek baş bûn û dikarin guhertinan bikin.
Berdevkê YNKê got:"Bi piraniya kursiyên encumena parêzgeha Kerkûkê, em dikarin parêzgarekî kurd ji bo parêzgehê destnîşan bikin û hemû pêkhate xizmetguzariyê werbigirin û bi aramî bi hev re bijîn û em bang li Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan dikin ku bi awayekî yasayî pirsgirêkan çareser bikin di dema hilbijartinan de gel pê re rû bi rû maye û ji dengdanê hatine bêparkirin çareser bike."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

