Yekîtî li benda serkeftinê ye li Kerkûk û navçeyên nekok

Kurdistan 11:15 AM - 2023-12-18
Dengdana giştî PUKMEDIA

Dengdana giştî

Hilbijartin Kerkûk YNK

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hêvî li hilbijartinên encumana parêzgehan li Kerkûk û navçeyên nekok dinire, ku xelkên wan deveran bi dengdanên xwe kurdistanîbûna deverê dupat bikin.

Roja çarenûsê ye ji Kerkûkê re
Endamê Buroya Siyasî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aso Mamend bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî hilbijartinan bibin ji berk u ev rojeke çarenivîsê ye ji Kerkûkiyan re.
Got jî bawera me bi wê yekê heye ku hemî xelkê Kerkûkê beşdarî hilbijartinan bibin ji bo guhartina rêveberiya heyî li wir û pêşkêşkirina zêdetir xizmetguzarî.

Divê hemû kes beşdarî hilbijartinan bibin
Endamê Mekteba Siyasî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rifat Ebdulla ragihand ku Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî girîngiyeke mezin dide bajarê Kerkûkê û em bang li welatiyan dikin ku bi awayekî aktîf beşdarî hilbijartinan bibin ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe, ji ber ku ev prose ji bo bajarê Kerkûkê pir girîng e.
Got jî: piroseya hilbijartinan bi başî dimeşe û em hêvîdar in ew xeletiyên teknîkî yên ku digel dengdana taybet dûbare nebin û em hêvîdarin proseya helbijartinan heta dawî baş bimeşe.
Guhertinên rêneberî bi dengên welatiyan

Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hec Heme dibêje: Em çaverêya beşdariya berfireh a welatiyan di hilbijartinên encumenên parêzgehên parêzgeha Kerkûkê de dikin.
Got jî: erkê hemû welatiyane ku bi awayekî aktîv beşdarî hilbijartinan bibin û em bang li wan dikin ku bi berfirehî beşdarî hilbijartinan bibin, ji ber ku îro roja diyarkirina çarenivîsa bajêre.
Got jî: Desthilatdarîya Kerkûkê dê bi dengên welatiyên Kerkûkê bê guhertin û guhertinên mezin yên îdarî li Kerkûkê bi dengê dengderan dê çêbibin û serdana Serokê Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê bo Kerkûkê jî bo piştevanîkirina welatiyan hat.

 

Ji bo Kerkûkê roja xweşî û bextewariyê ye

Ji aliyê xwe ve Rêbwar Taha serokê lîsta Kerkûk hêz û vîna me ye got: Rêbazên dengdana giştî bi başî birêve diçin û îro roja şahî û bexteweriya xelkê Kerkûkê ye ji ber ku piştî derbasbûna 18 salan ji mehrûmbûnê li wir hilbijartin tê kirin.
Got jî: mafê me ye ku em rêveberiya niha ya bajarê Kerkûkê biguherînin û daxwaz ji xelkê Kerkûkê jî dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê û bi awayekî bi bandor beşdarî hilbijartinan bibin da ku xizmeta welatiyan bikin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket