Kerkûk û navçeyên Kurdistanî li benda serkeftina hilbijartina ye
Kurdistan 11:15 PM - 2023-12-17
PUKMEDIA
Kerkûk
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hêvî li hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûk û navçeyên Kurdistanî dinêre daku xelkên van navçeyan bi çûna ser sindoqên dengdanê nasnameya xwe ya Kurdistanî îspat bikin.
Gelên herêmên bi nakok di şoreşê de şopek girîng hiştinKerkûk û navçeyên bi nakok weke navokê şoreşa Kurdistanê tên hesibandin û bi hezaran pêşmerge û rêxistin ji bo rizgarkirina Kurdistanê hatine veqetandin.
Berpirsê Mekteba Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî Îmad Ehmed di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: “Hemû xelkê navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di şoreşê de, weke Pêşmerge û rêxistin, şopek zindî di şoreşê de hiştin û girtiyên siyasî yên van herêman baştirîn îspata têkoşîna wan in û îro jî gelê Kerkûk û van herêman bi heman ruhî rabûne ser piyan bi coş û kelecana şoreşê ji bo parastina nasnameya Kurdistanê çû ser sindoqan.’’
Îmad Ehmed got jî: ‘’Bi dengê xwe emê ruhê şehîdên xwe şad bikin û tekoşîna Pêşmerge vala dernakeve û ruhê Serok Mam Celal û hemû şehîdên ku canê xwe feda kirine ji bo bidestxistina mafên Gelê Kurd xwe şad bike."
Zêdebûna hejmara herî zêde ya berbijaran bo encûmena parêzgehêBeşdarbûna girseyî ya kurdan di hilbijartinan de dê bibe sedema bidawîkirina neheqiya li Kerkûkê û pêkanîna edaletê di navbera pêkhateyan de di warê xizmetguzariyê de.
Serokê Navenda Lêkolînên Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî Dr .Yûsif Goran di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: “Desthilatdariya niha ya Kerkûkê deshilateke neqanûnî û ne dadperwer e, ji ber wê jî beşdariya herî zêde gelê Kurd di hilbijartinên Kerkûkê de dê hevsengiyê li parêzgehê vegerînin û beşdarî guhertina desthilatdariya neheq li bajêr bibin û bi vî awayî "Em dikarin mafên kurdan vegerînin."
Got jî: dengdan ji bilî ku mafekî destûrî ye, erkekî niştimanî ye û serok Mam Celal amaje bi wê yekê jî kir ku, di dîrokê de ev herêm ji aliyê bav û bapîrên me ve wek herêmên kurdan tên hesibandin, lewma divê em biçin ser sindoqan û kurdbûna Kerkûk û navçeyên Kurdistanî piştrast dikin.”
Beşdarbûna çalak di dengdana gel deBerpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hacî Hema di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: “Peyama me ji bo gelê Kurd li navçeyên Kurdistanê ew e ku di dengdana giştî de jî bi coş biçin ser sindoqan. Hevalên wan di dengdana taybet de çûn û serkeftinek mezin tomar kirin, ji ber ku ev prose ji yên berî xwe cuda ye ji ber giringiya wê di bidestxistina Kerkûkê ye.”
Rizgar Hacî Hema got: “Bi dengên Kurdan em dikarin parêzgarê Kerkûkê ji kar dûr bixin û desthilata Kerkûkê biguherînin, ji ber wê jî beşdariyeke bibandor dê bibe sedema parastina nasnameya Kurdî ya Kerkûk û navçeyên nakok.
Li gor amarên komîsyona bilind a serbixwe ya helbijartinan, hejmara dengderên beşdar di dengdana giştî ya ku dê sibê duşemê 18.12.2023ê birêve biçe, (15,108,135) dengder e. 39 tifaq, 29 partî û 66 namzetên serbixwe hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

