Zêdetirî yek milyon dengder beşdarî Hilbijartinan dibin
Kurdistan 09:55 AM - 2023-12-16
PUKMEDIA
Hilbijartin
Proseya dengdana taybet bo hilbijartinên
encumenên parêzgehan îro şemiyê demjimêr 7 sibê dest pê kir û sindoqên dengdanê
jî wê heta demjimêr şeşê êvarê werin girtin.
Li gor amarên Komisyona Bilind a Serbixwe ya
Hilbijartinan, hejmara dengderên tomarkirî li Biyometrîkê li 15 parêzgehên
nerêxistinkirî yên herêmê, (16,158,788) dengder e, ku (15,108,135) dengder
beşdarî dengdana giştî û (1,002,393) dengên taybet ji hêzên çekdar û dezgehên
ewlekarî beşdar dibin), û aware (48260) dengder. Herweha hejmara navendên
dengdanê (7766) ye, bi giştî (38.040) navendên dengdanê, ji wan 565 navendên
dengdanê yên taybet û 35 navendên kesên aware.
Li gor amarên ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve hatine
ragihandin ku di hilbijartinên encumenên parêzgehan de 134 lîste beşdar in, ji
wan 39 hevpeymanî, 29 partî û 66 namzedên serbixwe.
Ji aliyê xwe ve,
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya El-Sûdanî îro Şemiyê bi boneya
destpêkirina dengdana taybet peyamek ji hêzên ewlehiyê re şand, têde got: Kur,
xwişk û birayên me di nav hêzên çekdar ên Êraqê de û hêzên ewlekarî û qehreman,
em baweriya xwe ya mezin bi we piştrast dikin û spasiya hewlên we yên ji bo
ewlekirina proseya hilbijartinan di hemû qonaxên wê de dikin.
Got jî: em azadiya
we di bijartinê dûpat dikin ku hûn di dengdana taybet a hilbijartinên encumenên
parêzgehan de beşdar dibin, û mafê ti kesî nîne ku dîktatorî li we bike û
destêwerdanê di diyarkirina namzedên we de bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

