Dengdana taybet dê li Silêmanî û Hewlêrê were kirin

Kurdistan 04:01 PM - 2023-12-15
Hilbijartin PUKMEDIA

Hilbijartin

Hewlêr Silêmanî

Li Silêmanî û Hewlêr jî weke parêzgehên din xwe ji bo dengdana taybet a hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê amade dikin û biryar e siba encamp bide.

Li gorî PUKMEDIA, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê li Silêmaniyê hemû amadekariyên xwe temam kirine û sibe 16-12-2023 ji demjimêr 07:00’an heya 18:00’ê êvarî dê dengdana taybet li nav navenda bajarê Silêmanî 5 binke û li nav hemû bajêr 20 binkeyên dengdanê bo penaber û hêzên asayîşê hatine amade kirin, ku dê hejmara dengderan zêdetirî 27 hezar dengderan be û hemû rêkarên ewlehiyê yên pêwîst hatine girtin.

Hevdem sibe 16-12-2023 li Hewlêrê jî wek bajarên din ên Herêma Kurdistanê ji demjimêr 07:00 heta 18:00 dengdana taybet dest pê dike û zêdetirî 20 hezar û 515 kes mafê dengdanê hene ku ji wan zêdetirî 5 hezar dengdêr hemwelatî ne û 15 hezar û 515 jî hêzên ewlehiyê ne, Herweha 19 binkeyên dengdanê hatine amadekirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket