Serok Bafil: YNK û Kerkûk hevalcêwî ne ku tu carî ji Kurdistanê qut nabin
Kurdistan 12:51 AM - 2023-12-14
PUKMEDIA
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li bajarê Kerkûkê bi berpirsên navçeyên dengdanê yên Hevpeymaniya Hêza me û Îradeya me ya Kerkûkê re civiya.
Di civînê de, pêngavên dawî yên helmeta hilbijartinan ya aştiyane û serkeftina Hevpeymaniya Hêza me û Îradeya me ya Kerkûkê hatin nirxandin û tekez li ser berdewamiya helmeteke aram bi awayekî ku daxwazên hemû netew û pêkhateyên bajêr têde be ya Kerkûkê.
Serok Bafil Celal Talebanî di berdewamiya axaftinên xwe de balkişand li ser berdewamiya hewldan û helmeta aram ji bo serkeftina Hevpeymaniya Kerkûkê, Hêz û Îradeya me û got: Serkeftina hevpeymaniyê garantiya pêşerojeke baştir û hewl ji bo bajêr dide ku divê em hemû bi dilpakî û dilsozî xizmeta bajar û Kerkûkiyên serbilind ên hemû netewe û pêkhateyên cuda bikin.
Di beşeke din ya vê hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî tekezî li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê kir û got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Kerkûk du hevalcêwîne ku ti carî ji hev cuda nabin û her wisa bimînin û em pişta xwe bi ax û hemwelatî xwe digirin di her qonaxekê de bin û bê cudahî di xizmeta hemû netew û pêkhateyên cuda de ne, lê ew pirensîba hatiye avakirin ku... Em li ser wê tawîzê nadin, Kerkûk Kurdistan e û qurbaniyên me di vê rêyê de ne.
Di dawiya hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî Kerkûk û Kerkûkiyên birûmet kir ku hertim dilsoz û qehremaniya xwe îsbat kirine û bi hevgirtina xwe ya di roja dengdanê de dê şanaziyeke din a dîrokî binivîsin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06






Aplîkêşin

