Partiya Demokratî Pêşverû kongreya xwe ya şanzdehan lidar dixe
Kurdistan 05:26 PM - 2023-12-09
Taybetî
Kongreya Partiya Demokrat a Pêşverû
Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê duh Înê 8-12-2023ê di bin diruşmeya “Demoqratî ji bo Sûriyê û mafên rewa yên netewî yên gelê Kurd li Sûriyê” li bajarê Amûdê li gundewarê Qamişlo li rojavayê Kurdistanê dest bi kongreya xwe ya şazdemîn kir, bi amadebûna nûnerên eşîretên ereb û kurd, kesayetî, endam û kadroyên partiyê.
Di destpêka kongreyê de endamê desteya kargêrî ya partiyê Ehmed Silêman bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku ne vexwandina aliyên siyasî ne ji ber helwestekê ye û got: “Pêwendiyên me bi aliyên siyasî re baş in di warê siyasî de. Di pêşerojê de dê danûstandin di navbera me de çêbibe, di heman demê de em dijberiya ti aliyekî nakin.”
Ehmed Silêman jî bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û silav li wan kir.
Piştre serokê desteya şêwirmendiya partiyê Ebdulkerîm Mehmûd (Ehmed Barzanî) ku 60 sal in di nav partiyê de kar dike, rêz lê hate girtin.
Ehmed Berekat endamê desteya kargêrî ya mekteba siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê jî gotarek pêşkêş kir û tê de got ku nakokiyên di navbera Rûsya û Ukraynayê û şerê di navbera Îsraîl û Felestînê de bandorê li Sûriyê jî bike. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Gel Dewleta Sûriyeyê çareserî nîne, çareserî bi diyaloga Sûriye-Sûrî pêkan e." Divê em zanibin ku yekitiya pêkhateyan li herêmê wê serketinê pêk bîne. Divê rêveberiya heyî bi xwe parastina pêkhateyên navxweyî bike.Divê diyaloga Kurd-Kurd bê xurtkirin.”
Li gorî komîteya amadekar a kongreyê de, karê kongreyê xwendina raportên çalakiyên çar salên borî, gotûbêjkirina yasaya partiyê û bernameya siyasî û hilbijartina komîteya navendî û komîteya çavdêriyê ye.
Di konferansê de 200 endam ji Rojava, Başûrê Kurdistanê û derveyî welat beşdar in û dê çend rojan berdewam bike.”
Panzdehemîn kongreya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê di sala 2018an de hat lidarxistin.
Partî di sala 1957an de hat damezrandin, û ji salên 1960an ve ji aliyê siyasetmedarê naskirî yê kurd yê Sûriyê Ebdulhemîd Derwîş ve hat birêvebirin, heta roja 24/10/2019 koça dawî kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

