Bang li welatiyan dikin ku bi awayekî aktîf beşdarî hilbijartinan bibin
Kurdistan 10:51 AM - 2023-12-09
PUKMEDIA
Lîsteyên YNK’ê û Hevpeymanan
Lîst û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan bang li hemû welatiyan kirin ku roja 18.12.2023ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin lîsteyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û tekezî li ser wê yekê kirin ku dengdana ji bo lîst û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê mafên wan garantî dike û baştirîn xizmetguzarî pêşkêşî wan dike.
Roja hilbijartinê Şahîyekî giştî yeLeyla Rêkanî berbijara jimare 2 ya Hevbendiya Gel a Nînowayê jimare 134 ji PUKMEDIA re dibêje: Em bang li hemwelatîyan dikin ku roja 18.12.2023ê daweteke giştî bikin, bi berfirehî beşdarî hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin berjewendiya lîsteya Hevbendiya Gel a Nînowayê.
Wê got jî: Roja hilbijartinan rojeke çarenûsî ye, roja çarenivîsa Nînowayê ye, hêvîdarim hemû welatî biçin ser sindoqên dengdanê û dengên xwe bidin kesê rast û dengê xwe bidin lîsteya Hevbendiya Gel a Nînowayê ji ber ku lîsteyek niştimanî ye û hemû pêkhateyên Mûsilê di nav xwe de dihewîne û hêvîdar im hemû welatî bi awayekî berfireh beşdarî hilbijartinan bibin û nasnameya parêzgeha Nînowa diyar bikin.
Ezmûnek demokratîk û derfetek zêrînNamzedê jimare 23 yê Hevpeyîmaniya Hêza me û Îradeya me ya Kerkûkê ye bi jimare 142 Şaho Rojbeyanî ji PUKMEDIA re ragihand: Ev hilbijartin hilbijartinên çarenivîssaz û derfeteke zêrîn e ji bo bidestxistina desthilatê bi rêya vê ezmûna hilbijartina demokratîk.
Got jî: dabînkirina baştirîn xizmetguzarî bo hemwelatîyan bi wê yekê tê encamdan ku em hemû bi çûna ser sindoqan û dengdana bo Hevpeyîmaniya Kerkûkê, ji bo avakirina îdareyeke baş a xwecihî li Kerkûkê, bijartina kesên guncaw ji bo wergirtina erkan û destnîşan kirina yek ji xelkê Kerkûkê bo posta parêzgar.
Got jî: Weke tê zanîn parêzgarê Kerkûkê bi salan e ji mafê hilbijartinê bêpar maye û bê guman ev qonax ji bo me qonaxeke çarenûsî û dîrokî ye, lewra em bang li welatiyan dikin ku dengê xwe bidin lîsta me û kandîdên wê ji bo bidawîkirina êş û azara ku welatiyan dikişînin û pêşkêş kirina xizmetguzariyên herî baş.
Xizmeta welatiyanNamzeta jimare 28 ya lîsteya jimare 120 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Saediya Elî Seîd ji PUKMEDIA re ragihand: Em bang li hemû welatiyên parêzgeha Diyalayê bi giştî û navçeya Xaneqînê bi taybetî dikin ku di roja hilbijartinê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Lîsteya Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan bi hijmara 120.
Wê her wiha got: Divê hemû welatî di roja hilbijartinê de dengê xwe bidin ji ber ku ji destdana her dengekê zirarê dide welatiyan bi xwe, em bang li wan dikin ku dengê xwe bidin kandîdên me ji ber ku me bernameyên yekgirtî ji bo xizmetkirina welatiyan û dabînkirina maf û pêdiviyên wan amade kirine.
Wê got: Em partiyeke ku rêya rumeta netewa nemir Serok Mam Celal dişopîne û bê cudahî xizmeta welatiyan dike, eger lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya jimare 120 piraniya dengan bidest bixe dê xizmeta welatiyan bike û ewlekarî û aramiyê ji wan re peyda bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rêxistina Rojnamegeran: Şakar Star li ser daxwaza dozgeriyê hat girtin
04:40 PM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:10 PM - 2024-05-20 Talebanî ji Balyozê Kuweytê re: Bila pêwendiyên bazirganî bihêztir bikin
YNK û Partiya Da'we: Pêwendiyên Kurdistanê û Bexdayê bên rêxistinkirin
06:58 PM - 2024-05-20
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
12:21 PM - 2024-05-20
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî: Hilbijartin dê bên lidarxistin û YNK dê serkeftinanbi dest bixe
Kurdistan 10:01 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
YNK 10:10 PM - 2024-05-19 -
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
YNK û Partiya Da'we: Pêwendiyên Kurdistanê û Bexdayê bên rêxistinkirin
Kurdistan 06:58 PM - 2024-05-20 -
Rêxistina Rojnamegeran: Şakar Star li ser daxwaza dozgeriyê hat girtin
Kurdistan 04:40 PM - 2024-05-20