Serok Bafil: Erka me hemûyan e ku em welat ji bûyerên nexwestî biparêzin
Kurdistan 04:37 PM - 2023-12-06
PUKMEDIA
Serokê YNK û Serokwezîrê Iraqê
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî li Bexdayê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî re civiya.
Di hevdîtinê de rewşa giştî ya welat û hewlên hikûmetê ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir hatin gotûbêjkirin û tekez li ser hemahengî û hevkariya di navbera hêz û aliyên siyasî de ji bo çareserkirina pirsgirêkan û parastina aramiya navçeyê kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi hewlên şanda Herêma Kurdistanê ji bo rêkeftina niştimanî ya li gel Bexdayê kir û diyar kir: “Vegera bo destûrê û şirîkatiya rasteqîne, faktora sereke ya çareserkirina pirsgirêkan e. “Divê jiyan û bextewariya xelkê bibe serekîya hikûmetê û her kes ji bo vê mebestê hevkarî û hevahengiyê bike.’’
Derbarê pêşhatên ewlekarî yên deverê û encamên wê de Serok Bafil behsa siyaseta YNKê kir û got: “Herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe, erka her kesî ye ku bi berpirsyarî tevbigerin û welat ji her rewşên nedilxwaz biparêzin.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

