Bernameyên yekgirtî ji bo pêşxistina sektora Jiyanî
Kurdistan 12:36 PM - 2023-12-05
PUKMEDIA
Lîsteyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Lîst û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan hewla pêşxistina sektora pîşesazî û enerjiyê li hemû parêzgehan dikin û di bernameya xwe ya hilbijartinê de tekez kirin ku ew dê kar bikin ji bo dabînkirina pêdiviyên ji bo vekirina kargehên girtî û temamkirina projeyên ku beşdariyê dikin ji bo piştgiriya sektora pîşesaziyê.
Ji veqetandina petrodollar sûd werdigirinNamzedê jimare 25 ê lîsteya hêza me û îradeya me ya Kerkûkê jimare 142 Hazim El-Hamondî ji PUKMEDYA re ragihand: Lîsteya me ji bo pêşxistina sektora pîşesazî û enerjiyê li parêzgeha Kerkûkê kar dike.
Got jî: mebesta me ewe ku sûdê ji dabînkirina dolarên petrolê werbigirin bo xizmetkirina hemwelatîyan li parêzgehê, dabînkirina derfetên kar û xizmetkirina hemû taxên Kerkûkê bê cudahî. Diyar kir: Em dê ji bo çareserkirina kêşeya dabînkirina enerjiya elektirîkê û çaksazkirin û nûavakirina parzûngehên petrolê ji bo dabînkirina pêwîstiyên welatiyan bi petrol û gazê kar bikin.
Pirsgirêka elektrîkê çareser dikinNamzedê jimare 5 yê lîsta Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê ya bi jimare 120 Ews Îbrahîm ji PUKMEDIA re ragihand: Emê ji bo çareserkirina kêşeya elektirîkê ya parêzgehê bi taybet navçeya Xaneqînê û bidawîkirina pirsgirêka bêparkirina welatiyan kar bikin wekû enerjiya elektrîkê, nemaze di havînê de.
Got jî: kêşeya elektirîkê divê bi peydakirina xetên nû bo veguheztina enerjîya elektirîkê bê çareser kirin ji ber ku xetên kevin nikarin vê hemû fişarê li ser xwe ragirin, lewra divê xetên alternatîv ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bên dîtin.
Got jî: Lîsteya me jî kar bo çaksazkirin û zêdekirina parzûngeh û stasyonên gazê dike, daku hemû welatî karibin bi rihetî û asanîya sotemenîyê dabîn bikin, herwiha emê kar bikin bo çaksazkirina parêzgehên gazê jî daku bi temamî petrol û gazê bo hemû welatîyên parêzgeha Diyalayê dabîn bikin.
Ji nû ve vekirina laboratûwarên girtîDerwîş Bîso berbijêrê jimare 4 di Yekitiya Gel a Nînowa de jimare 134 ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya me Yekîtiya Gel a Nînowayê kar dike ji bo çareserkirina kêşeya kehrebê li bajarê Mûsilê û bajarok û gundên parêzgehê bi avakirina zêdetir santralên berhemanîna elektrîkê û dabînkirina kehrebê ji hemû welatiyan re bê îstîsna.
Got jî: Em kar bo geşepêdana pîşesazîya berhemên petrolê li parêzgehê dikin, ku dê derfeta kar zêdetir bo xelkê parêzgehê çêbike. Bi rêya tîma xwe ya di hikûmeta federal de, em ê kar bikin ji bo birêxistinkirin û pêşxistina parzûngehên Parêzgeha Nînewayê, ku dê derfetên kar zêde bike û pêwîstiyên sotemeniyê yên welatiyan dabîn bike.
Got jî: Em dê kar bikin bo avakirina kargeheka konservekirina sosê tomato û kargeheka şîraniyê li parêzgehê, bi taybetî li navçeyên parêzgehê, ji bilî vekirina kargehên girtî yên ku berhemên xwecihî pêşkêşî welatiyan dikin ji bilî derfeta kar ji bo ciwanan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06






Aplîkêşin

