Namzetên û kadroyên PDKê li Kerkûkê tevlî refên YNK’ê dibin

Kurdistan 10:01 PM - 2023-12-04
 Kadroyên PDKê tevlî refên YNK’ê dibin PUKMEDIA

Kadroyên PDKê tevlî refên YNK’ê dibin

YNKê Kerkûk PDKê

Hejmarek namzed, alîgir û kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) têkoşîna xwe derbasî nav refên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kirin û di nava Partiya Şehîdan de txebata xwe wê  berdewam bikin.Ev kes hemû xelkê Kerkûkê ne, ji ber ku xelkê Kerkûkê dîtine ku YNK ti carî dest ji wan bernade û mafên wan diparêze.
Îro zêdetirî 70 serkirde û kadroyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tevlî refên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bûn. Wan got: “Her YNK dikare xizmeta Kerkûkê û pirsa rewa ya Kerkûkê çareser bike, ji ber wê jî me biryar daye ku di nava refên YNKê de têkoşîna xwe berdewam bikin.’’
Di rojên derbasbûyî de Aso Mamend serokê hevpeymaniya Kerkûkê pêşwaziya Mesûd Mela Perwêz namzedê duyem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê kir,ku biryar dabû têkoşîn û xebatên xwe yên di nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de bidomîne, piştre jî namzetê jimare 21 yê PDKê bi navê Dr. Saman Mihemed Şerîf tevlî refên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû.
Veguhestina xebata xwe di hêla namzed û kadroyên PDKê ji bo nav refên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) berdewam dike û xwe şagirtên dilsoz ên rêya Serok Mam Celal û YNKê dibînin wan ragihand:"Ji bo dengê Kurdan li Kerkûkê vala dernekeve, divê gelê Kerkûkê bi hêz û îradeya xwe dengê xwe bidin hevpeymaniya Kerkûkê."
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket