Berdevkê YNKê: Emê hemû pêkhate û neteweyên Nînowa biparêzin

Kurdistan 08:13 PM - 2023-12-04
Saadi Pira li Nînowayê PUKMEDIA

Saadi Pira li Nînowayê

Komîsyona Bilind a Hilbijartinê YNKê Kerkûk

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li navçeya Mexmûrê serdana malbenda  20 ya Qereçoxê kir û ji aliyê Serdar Siyamend berpirsê baregehê û hejmarek zêde ji kadroyên herêmê ve hat pêşwazîkirin.
Saadî  Ehmed Pîre berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) behsa  lîsteya hejmara 134 ya Yekîtiya Gel a Nînowa ya ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê kir û got:“ Kampanyaya namzedên YNKê di hevpeymaniya Yekîtiya Gel a Nînowa li parêzgeha Mûsilê, pir girîng e kampanyayeke berfireh a hişyariyê were meşandin çawa hilbijartin birêve diçe û dengdêr li gorî yasa û sîstema nû ya hilbijartinê ku bi tevahî ji hilbijartinên berê cudatir e bê agahdarkirin.’’
Her wiha  got: "Divê kampanyayeke aştiyane were kirin ji ber taybetiyên herêmê û hebûna pêkhateyên cuda li herêmê, divê ji her kesî re were eşkerekirin ku YNK parêzvanê hemû xelkê Nînowa ye, namzedên YNKê di hevpeymaniya Yekîtiya Gel a Nînowa  bê cudahî ji  nûnerê hemû pekhat û neteweyan e berbijêrên hemû gelên herêmê ne .’’
Saadî Ehmed Pîre got:"YNK amadeye parastina Mexmûrê û xelkê deverê bike û em tu carî naxwazin xelk bi her sedemekê ji gundan derkevin û YNK jî dixwaze li gorî hemû qurbanî û êş û azarên ku hatine kişandin, ev herêm bê xizmetkirin.’’
Pêwîst e em hemû yekrêzî û pêkvejiyana ku bi salan e gelê Mexmûr, Kurd, Ereb û pêkhateyên din pêk tînin biparêzin û tekez kir ku cîbicîkirina maddeya 140 ya destûrê herdem yekrêziya Iraqê ye, nayê wateya parçekirina Iraq û pêkhateyên wê, berevajî  ji bo zêdetir bihêzkirina yekîtî û yekrêziya vê jiyana aştiyane ya Îraqiyan e li deverên ku bi hev re dijîn.”
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket