Yekîtî bo xizmetkirina kurdên Feylî hewl dide

Kurdistan 12:00 PM - 2023-12-03
Namzedê yekîtî PUKMEDIA

Namzedê yekîtî

Hilbijartin

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwaza beşdariya berfireh di hilbijartinên encumenên parêzgehan de dike ji bo garantîkirina mafên Kurdan li navçeyên nekok û Bexdadê û herwiha bi rêya namzedê xwe Şêx Casim El-Sûra Mêrî ku namzedê kotayê ye beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Bexdayê dibe ji bo Kurdên Feylî hejmara 204.

Bernameyek yekgirtî ji bo parastina Kurdên Feylî
Namzedê Kotaya Kurdên Feylî bo Encumena Parêzgeha jimare 204 Şêx Casim El-Sûra Mêrî di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Me bernameyeke yekgirtî ji bo parastina beşê Kurdên Feylî û welatiyên li Bexdadê bi giştî pêşkêş kir, û piştevaniya raya giştî ji me re heye û navenda rêxistinên Bexdayê û serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî piştgiriya min dikin û dixwazin tenê namzedê wan li Bexdayê bi ser bikeve.
Sûra Mêrî daxwaz ji kurdên Bexdayê kir ku bi berfirehî beşdarî hilbijartinan bibin û piştgiriya namzedê xwe bikin da ku bikare bergiriyê li mafên wan bike, ji ber ku kurdên Feylî di avakirina bajarê Bexdayê de jî beşeke giring bûn, lê di encamê de Siyasetên şovenîstî ew ji welatîbûna Êraqî bêpar man û rastî cudakarî û koçkirina bi darê zorê hatin.
Li ser şopa Serok Mam Celal dimeşin

Şêx Casim El-Sûra Mêrî dibêje ku ew zêdetirî 16 salan e di encûmena şaredariyê de kar kiriye û haya wî ji pirsgirêkên kurdan bi taybetî kurdên feylî li Bexdayê heye û ew ê piştevan be. dema ku baweriya hilbijêran bi dest bixe wê mafên wan biparêzin.
Sûra Mîrî tekez kir ku ew li ser şop û nêzîkatiya serok Mam Celal dimeşe, ji ber wê di nav xelkê de tê pejirandin , rola Mam Celal di piştevanîkirina doza kurdên feylî û serexistina proseya demokratîk û pirensîba pêkvejiyanê û peydakirina aramiyê de mezin bû.

Girîngiya nûnertiya Kurdên Feylî li Bexdayê

Ji aliyê xwe ve Seroka Navenda Rêkxistinên Bexdayê ya Yekîtiya Niştimanî ya Rabîhe Hemed di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re tekez kir: Li Bexdayê hejmareke zêde Kurd bi taybetî Kurdên Feylî hene, Yekîtiya Niştimanî biryar da ku beşdarî Hilbijartinên encûmena parêzgehê li Bexdayê bibe û berbijarekî jêhatî û gelêrî, Şêx Casim El-Sûra Mêrî, jimare 204 pêşkêş bike.
Wê got jî: “Em bang li welatiyên Kurd ên li Bexdayê dikin ku dengê xwe bidin namzedê xwe, piştevaniya wî bikin û baweriya xwe bi parastina daxwaz û mafên xwe bidin, ji ber ku Şêx Casim El-Sûra Mêrî yek ji eşayîrî û kesayetên civakî giring li Bedadê ye.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket