Zêdetirî nîv milyon kes serdana Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan kirin
Kurdistan 05:39 PM - 2023-12-02
PUKMEDIA
Pêşangeh ji aliyê Qubad Talebanî ve hat vekirin
Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê, îro Şemiyê 12/2/2023, di pêncemîn rûniştina xwe de, bi awayekî serkeftî bidawî hat û dezgeha serperiştiya pêşangehê eşkere kir ku zêdetirî 500 hezar xwîner serdana pêşangehê kirine û rêjeya herî zêde ji wan ciwan û xwendekar in.
Berpirsê Giştî yê Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê Şewqî Omer îro di civîneke çapemeniyê de ragihand: Pêncemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Silêmaniyê piştî ku 10 rojan berdewam kir, îro bi beşdariya zêdetirî 200 dezgeh, navend û dezgehên çap û belavkirinê bi dawî hat ji nav Herêma Kurdistanê, Iraq û 20 welatên Erebî.”
Got jî: di rojên li darxistina pêşangehê de, zêdetir ji 500 hezar mêvanan serdana wê pêşangehê kirin, ku nêzîkî nîvê wan ji bajarê Silêmanîyê û nîvê din jî ji bajarên mayî yên Kurdistan û Îraqê bûn, ku bi deh hezaran zîyaretvan serdana wê pêşangehê kirin. Bal kişand ser wê yekê ku ya xweş ew e ku rêjeya herî zêde ya mêvanan ji beşê ciwan û xwendekaran bûn, ji ber ku ew yekem pêşangeh li Iraqê tê hesibandin ku hejmareke mezin ji xwendekaran tê de beşdar dibin."
Çavdêrê giştî yê Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê diyar kir: “Pirtûkên ku di pêşangehê de hatin pêşandan hemû warên çandî, olî, felsefî, civakî, hunerî, wêjeyî, zanistî, dîrokî, erdnîgarî û hwd.’’
Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmaniyê di pêncemîn rûniştina xwe de, di 23.11.2023ê de bi diruşmeya (Pirtûk ronahiya jiyanê ye) ji aliyê Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ve bi amadebûna Hemayê Hema Seîd wezîrê rewşenbîrî li hikûmeta herêmê û parêzgarê Silêmaniyê Dr.Heval Ebûbekir û hejmareke zêde ya nivîskar û rewşenbîran hat vekirin.
Vekirina pêşangehê hevdem bû bi salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê, paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê di sala 1784an de û tê de çendîn semînar û çalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

