Hevpeymaniya Kerkûkê : Jin beşeke me ya bibandor e

Kurdistan 10:39 AM - 2023-12-02
 Jinên Kerkûkê PUKMEDIA

Jinên Kerkûkê

YNKê Kerkûk

Lîsteya 142 ya Hevpeymaniya Kerkûkê îro şemiyê 2-12-2023, peyamek belav kir û têde wiha got: “Jinên ku di warê siyasî, îdarî û pîşeyî de têdikoşin, beşeke bibandor di Hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye  da ne û dîmeneke cuda ya Lîsteyê ye.’’
Nivîsa peyamê.
Têkoşîna berfireh
Îsal têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û têkoşîna ji holê rakirina cudahiyên civakî bi têkoşîna siyasî ya demokrasî, mafên neteweyî û hilbijartinan re têkel bûye. Ev bûyera navdewletî hevdem e ligel hilbijartinên encumenên parêzgehan, bi taybetî li Kerkûkê, ku jin û keçên me bi hemû hêza xwe kar dikin ji bo serkeftina demokrasiyê û jinavbirina şovenîzmê.
Jinên ku di warê siyasî, îdarî û pîşeyî de têdikoşin, beşeke bibandor di Hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Îradeya me ye  da ne û dîmeneke cuda ya Lîsteya 142 ya navdar e.
Weke endam û alîgir ji kampanyayê, teşwîqkirina namzetan û şopandina pêvajoyê dudilî nabin. Her ku kampanya mezin dibe û bi coştir dibe, tê çaverêkirin ku layiqî pêşketina Kerkûk û şaristaniya wê bin.
Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û cudakariya civakî berfireh e û li Kerkûkê bi têkoşîna li dijî mêtingeriyê, zordariya îdarî û cudakariya etnîkî û çandî re tê kirin. Têkoşîna neteweyî û civakî ya berfireh e.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket