Lîstên YNK: Pêşxistina saktora werzişê û peydakirina pêdiviyên ciwanan
Kurdistan 05:26 PM - 2023-12-01
PUKMEDIA
Hilbijartina encumena parêzgehan
Lîst û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan hewla pêşxistina sektora werzişî û peydakirina pêdiviyên ciwanan li hemû parêzgehan dikin, herweha tekez jî kirin ku ew dê kar bikin ji bo dabînkirina pêdiviyên ciwanan û vekirina hemû projeyên ku piştevaniya sektora werzişê dikin .
Pêşxistina sektora werzîşê
Namzedê jimare 1 ê lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya jimare 120 Sebah Kerîm Ebas ji PUKMEDIA re ragihand: Emê ji bo pêşxistina sektora werzişê li parêzgeha Diyalayê kar bikin.
Got jî: Me wek Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê pêştir kar bo piştevanîkirina sektora werzişî û sûdwergirtin ji şiyanên ciwanan û qerebûkirina wan ji ber salên borî.
Got jî: Lîsteya Yekîtiya Niştimanî dê kar li ser vekirina yarîgehên nû li parêzgeha Diyalayê bike û festîvalên werzişî li dar bixe da ku werzişvanên hemû parêzgehan bikarin beşdarî çalakiyên werzişî yên parêzgeha Diyalayê bibin.
Peydakirina pêdiviyên werzişvanan
Namzedê jimare 8 ê hevpeymaniya Xelkên Nînewa ya jimare 134 Nêcşcîrwan Îsa ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya Hevpeymaniya Xelkê Nînewa kar dike ji bo zêdetir giringiyê bi sektora werzîşê bide û hejmara peymangehên werzişê li parêzgehê zêde bike.
Got jî: Emê kar bo lidarxistina festîvalên taybet ên hunerî û werzişî li navenda bajêr, navçe û navçeyan bikin. Û di warên cuda de alîkariya ciwanên jêhatî, xwendekar, jin û rêxistinên civaka sivîl bikin. Û lidarxistina semîner û dîderên hunerî, edebî û werzîşî. û karkirin ji bo vekirina nadiyên werzişê û kursên werzişê bixebitin. Û li ser çêkirina peykerên hunermend, helbestvan û werzişvanên rihmetî bixebitin.
Vekirina salonên werzişê yên nû
Namzedê jimare 15 ê lîsteya hevpeymaniya Kerkûk hêz û vîna me ye bi jimare 142 li parêzgeha Kerkûkê Azad Baban ji PUKMEDIA re ragihand: Emê ji bo pêşxistina sektora werzîşê û dabînkirina pêdiviyên werzişvanên parêzgeha Kerkûkê kar bikin.
Got jî: Lîsta Kerkûkê li ser pirsa ciwan û werzîşê, peydakirina pêdiviyên ciwanan bi taybetî di warê werzişê de, û xizmetkirina ciwanên parêzgeha Kerkûkê bi vekirina yarîgehên nû, yarîgehên girtî û û vekirina hewzên nû yên nûjan.
PUKMEIDA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
09:45 AM - 2026-06-05
Serok Bafil:Hikûmeta bê divê hevseng û hevkarî têde be
12:02 AM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05






Aplîkêşin

