Li Zanîngeha Silêmanî cara ewil Navenda Lêkolînê ya Çînê tê vekirin
Kurdistan 07:39 PM - 2023-11-29
PUKMEDIA
Merasima Navenda Lêkolînê ya Çînê li Zanîngeha Silêmanî
Li Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn cara yekem li Zanîngeha Silêmaniyê Navenda Lêkolînên Çînê li Herêma Kurdistana Iraqê hat vekirin.
Îro bi beşdarî Xanima yekem a Iraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed, Konsulê Giştî yê Komara Çîn li Herêma Kurdistanê Liu Jeon û Balyoz Dr. Mihemed Sabir Serokê Saziya Serok Celal Talebanî, Heval Ebûbekir Parêzgarê Silêmaniyê, Kosar Mihemed serokê zanîngeha Silêmaniyê û hejmarek ji endamên parlamentoya Iraqê û mamostayên zanîngehan di merasimeke hêja de, navenda lêkolînên Çînê li Herêma Kurdistana Iraqê li zanîngeha Silêmaniyê hat vekirin.
Di merasîmê de Baliyoz Dr. Mihemed Sabir Serokê Saziya Celal Talebanî piştgiriya xwe ji bo zanîngeh û yekemîn navenda lêkolînê ya Çînê li Herêma Kurdistana Iraqê û Rojhilata Navîn li zanîngeha Silêmaniyê nîşan da û ew wek destpêşxeriyeke baş bi nav kir.
“Vekirina vê navendê dê bibe deriyekî baş ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de, di warên zanistî, akademî, aborî, peydakirina derfetên kar û rahênana kadroyan û peydakirina derfetên zêdetir ji bo wergirtina bûrsê bo xwendekarên xwendina bilind.’’ Her wiha got
Roja 16.11.2023 Konsolê Giştî yê nû yê Komara Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jeon di serdana xwe ya ji bo Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî de got:’"Ji bo bihêzkirina peywendiyên navbera Çîn û Herêma Kurdistanê, em amadene hemahengiyê bikin û di demeke nêzîk de navendeke lêkolînê ya Çînê li zanîngeha Silêmaniyê were vekirin û kar bo danîna peywendiyên akademîk di navbera zanîngehên Çînê û Kurdistanê de bê kirin."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

