Talebanî: li Kurdistanê derfeteke mezin ji bo sermayerazandina biyanî heye
Kurdistan 05:14 PM - 2023-11-29
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Îro çarşemî Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nesrallah Reşnûdî Konsulê Giştî yê Îranê li herêma Kurdistanê kir û di civînê de çendîn mijarên ku di berjewendiya herdu aliyan de ne, gotûbêj kirin.
Di destpêka hevdîtina han de ku li Hewlêrê birêve çû, her du alî li ser mekanîzma pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de ji aliyê bazirganî ve gotûbêj kirin û di vê çarçovê de behsa çawaniya çareser kirina wan astengên li pêşiya kar û barên kompaniyên Îranî kirin li herêma Kurdistanê kirin.
Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku derfeteke mezin li herêmê bo sermayerazandinê heye, ji ber ku hikûmeta herêma Kurdistanê îmkanên pêwîst bo sermayedarên biyanî dabîn dike û konsulê Îranê jî amadeyiya welatê xwe bo dabînkirina hêsankariyan bo herêmê û bihêzkirina peywendiyên bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ragihand.
Di beşeke din ya civînê de behsa pirsgirikên Hewlêrê û Bexdayê de hate kirin û Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir, ku diyalog di navbera her du aliyan de berdewam e û hewlên cidî ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê hene. “Divê berî her tiştî de mijara mûçeyan de li ser lihevkirin bê kirin û ji Bexdayê têgihîştinek bête dîtin ku mijara mûçe û pirsgirêkên din ên di navbera herêmê û Bexdayê de tevlihev nebe.”
Her du alî li ser pirsa hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê bi taybet li Kerkûkê jî gotûbêj kirin û her du aliyan hêviya xwe anîn ziman ku helbijartin di atmosfereke aram de birêve biçe û encamên wan di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be. Derbarê rewşa Kerkûkê de jî Qubad Talebanî eşkere kir ku rêveberiya Kerkûkê di dema niha de siyaseteke cudaxwaziyê di navbera pêkhateyan de dişopîne û tekez kir ku pêwîste piştî hilbijartinan dawî li vê diyardeyê were kirin û rewşeke wisa were afirandin ku hemû pêkhate aram bibin û nehêlin bên marjînal kirin, û bê cudahî xizmet ji hemû pêkhateyan re bê dayîn."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

