YNKê û Yekgirtû: pêwîstî bi yekrêziya navxweyî ya Kurdan heye

Kurdistan 06:25 PM - 2023-11-25
YNKê û Yekgirtû Wêne/ Darbaz Star

YNKê û Yekgirtû

YNK Pêyiwendiyên Dîplomasî

Şandeke pilebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya serkirdeyê wê Bafil Celal Talebanî îro Şemiyê serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Silêmaniyê kir. Piştî hevdîtinê her du alî di daxuyaniyeke hevbeş de tekez li ser pêwîstiya yekrêziya gelê Kurd û amadekariya ji derfet û pêşhatan re kirin û tekez li ser berdewamiya diyaloga niştimanî û berpirsane bi beşdariya hemû aliyên siyasî kirin.
Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyên navbera YNK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de kirin.
Nivîsa daxuyaniyê.
Daxuyaniya civîna hevbeş a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê.
Îro Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi serokatiya şandekê Serkirdayetiya YNKê serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê  li Silêmaniyê kir û ji aliyê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê  Selahedîn Mihemed Behaedîn û şandeke pê re ve hat pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de dawî pêşhatên siyasî, yekxistina navmala Kurdistanê, amadekarî ji bo derfet û pêşhatan hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser berdewamiya diyaloga niştimanî û berpirsane bi beşdariya hemû aliyên siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li hundirê herêma Kurdistanê  bi awayekî ku jiyan û refaha xelkê bê parastin û hewl bo çareserkirina kêpirsgirêkên  darayî, bi taybetî dabînkirina mûçeyên karmendên herêmê bên kirin.
Di hevdîtinê de her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku rewşa hestiyar a navçeyê pêwîstî bi yekrêziya mala Kurd û çareser kirina pirsgirêk û kêmasiyên rûberûyê pirsa rêveberî û stratejiya siyasî ya partiyan heye.
Her li vê hevdîtinê de tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera YNK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û berfirehkirina hevkariyên di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind û xizmetkirina xelkê de hat kirin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket