Civata Nûneran nikare bê serok bimîne
Îraq 05:56 PM - 2023-11-24
PUKMEDIA
Civata Nûneran
Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir ku mayîna Parlamentoyê bê serok ji aliyê yasayî û siyasî ve ne guncaw e.
Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Karwan Yarwayîs di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Hewldanên ji bo hilbijartina Serokê Parlamentoyê di hefteya bê de berdewam in, ji ber ku ne guncaw e ku Parlamento bê serok bimîne hem ji aliyê siyasî û hem jî ji aliyê hiqûqî ve.
Got jî: hindek alîyên sîyasî bi behaneya nebûna pirsgirêk û dayîna derfetê bo alîyên sunne daxwaz dikin ku hilbijartina namzêdê serokê civatê bo piştî bêhnvedana yasayî û hilbijartinên civata parêzgehan bê paşxistin.
Nûner Karwan Yarwayîs got: Hewldanên cidî hene ji bo vekirina namzedên ji bo serokatiya civata nûneran, roja Şemiya bê û heftiya bê emê civîneke neasayî ji bo hilbijartina serokê civata nûneran li dar bixin.
Civata Nûneran di rûniştina xwe ya awarte de, ku bi serpereştîya cîgirê yekem yê serokê parlemanê Muhsen El-Mendelewî û bi amadebûna 180 parlamenteran, roja Çarşemê 22.11.2023, deng li ser pêşniyara guhertina qanûna Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan da.
Encûmenê deng da paşxistina hilbijartina serokê civata nûneran heta pêkhatina hevsengiya siyasî, li ser bingeha maddeya 12/sêyem ya rêziknameya navxwe, ji bilî biryara Dadgeha Bilind a Federalî, ku ji Meclisa Nûneran tê xwestin ku li gel cîgirê serok ku serokatiya civînên Encûmenê dike, berdewamiya karên xwe dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

