Pêşxistina rastiya jîngehê û rakirina zibilxanê
Kurdistan 02:50 PM - 2023-11-24
PUKMEDIA
YNK li Kekûk
Lîst û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan hewl didin rastiya jîngehparêziyê li hemû parêzgehan pêş bixin û lîsteyên Yekîtiya Niştimanî tekez kirin ku ew dê kar bikin ji bo dabînkirina hemû pêdiviyên ji bo pêşxistina asta jîngehê û zêdekirina park û qadên kesk.
Dermankirina qirêjiya jîngehêNamzedê jimare 23 yê hevpeymaniya Kerkûkê, Hêza me û îradeya me ya jimare 142, Şao Rojbeyanî ji PUKMEDYA re ragihand: Lîsteya me ji bo baştirkirina rastiya jîngehparêziya parêzgeha Kerkûkê kar dike.
Got jî: Atmosfera Kerkûkê pir pîs e û rêjeya nexweşên penceşêrê ji ber pîsbûna jîngehê bi berdewamî zêde dibe û emê kar bikin bo cîbicîkirina çend projeyan bo başkirina rastiya jîngehê.
Got jî: Emê kar bikin bo belavkirina kembera kesk li ser der û dorên Kerkûkê, giringîdan bi baxçeyan, handana welatiyan bo çandina daran û handana kompanyaya petrola Bakur bo avakirina parkên mezin li Kerkûkê bo rêgirtina li pîsbûna jîngehê û ava kirina jîngeheka saxlem bo xelkê parêzgeha Kerkûkê.
Paqijkirina bajaran û rakirina çopêNamzedê jimare 19 lîsta jimare 134 ya Yekîtiya Gelan a Nînowa Mihemed Hesen ji PUKMEDIA re ragihand: Em ê ji bo belavkirina çanda jîngehê li bajarên parêzgeha Nînowa kar bikin û ji bo paqijkirina bajaran, rakirina bermah û çopê di nava bajaran de û jinavbirina wan bi awayekî şaristanî.
Got jî: Lîsteya me jî kar dike ji bo giringîdan bi sektora jîngehê û parastina wê, pêkanîna kempînên paqijkirinê li bajar û bajarokên parêzgehê ji bo baştirkirina jîngehê, zêdekirina park û cihên kesk li parêzgehê û pêkanîna kempînên çandina daristanan.
Wî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ê pêdiviyên mirovî û lojîstîkî ji bo komkirin û rakirina çopê û bermayiyên nav bajar û bajarokan dabîn bikin û çavkaniyên qirêjiya jîngehê ji holê rakin."
Eleqeya li ser sektora tûrîzmêNamzeta jimare 16 ya lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê ya jimare 120 Dr.Esûda Mihemed ji PUKMEDIA re ragihand: Em ê kar bikin ku giringiyê bidin sektora tenduristiyê, bajaran paqij bikin û projeyên ku sûdê ji rastiya jîngehê werbigirin pêk bînin.
Wê got jî: Emê kar bikin bo dabînkirina pêwîstiyên mirovî û lojîstîkî ji bo komkirin û rakirina zibil û paşmayiyan li nav bajar û bajarokan û avêtina wan bi awayekî saxlem û zanistî.
Wê got: Em ê bixebitin ku bala xwe bidin sektora geştiyariyê û bernameyên guncaw ku geştiyaran bikişîne bi pêşdebirina sektora geştiyariyê ku derfetên kar ji ciwanan re dirust dike û perwerdekirina kadroyên akademî û çalakvanan li ser hişyarî û parastina jîngehê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rêxistina Rojnamegeran: Şakar Star li ser daxwaza dozgeriyê hat girtin
04:40 PM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
01:44 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
11:14 AM - 2024-05-20 -
7 sal bi ser koça dawî Newşîrwan Mistefa re derbas bû
09:56 AM - 2024-05-19
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:10 PM - 2024-05-20 Talebanî ji Balyozê Kuweytê re: Bila pêwendiyên bazirganî bihêztir bikin
YNK û Partiya Da'we: Pêwendiyên Kurdistanê û Bexdayê bên rêxistinkirin
06:58 PM - 2024-05-20
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
12:21 PM - 2024-05-20
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
11:39 AM - 2024-05-20
Serok Bafil:Dilê me bi gelê Îranê re ye
10:10 PM - 2024-05-19
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Dilê me bi gelê Îranê re ye
Cîhan 12:21 PM - 2024-05-20 -
Tehran mirina Serok komarê Îranê û berpirsên din ragihand
Cîhan 11:14 AM - 2024-05-20 -
Qubad Talebanî: Îran welatekî bi hêze û wê vê xemê derbas bike
Cîhan 01:44 PM - 2024-05-20 -
Politburoya YNK serxweşî li gelê Îranê kir
Cîhan 11:39 AM - 2024-05-20 -
YNK û Partiya Da'we: Pêwendiyên Kurdistanê û Bexdayê bên rêxistinkirin
Kurdistan 06:58 PM - 2024-05-20 -
Rêxistina Rojnamegeran: Şakar Star li ser daxwaza dozgeriyê hat girtin
Kurdistan 04:40 PM - 2024-05-20 -
Talebanî ji Balyozê Kuweytê re: Bila pêwendiyên bazirganî bihêztir bikin
Kurdistan 09:10 PM - 2024-05-20