Serok Komar giringiya pevguhartina ezmûnan di navbera herdu welatan de piştrast dike
Îraq 05:40 PM - 2023-11-23
PUKMEDIA
Serdana serkkomar bo meclisa netewî ya Ermenistanê
Îro pêncşemê 23.11.2023 cenabê Serok Komarê Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd serdana baregeha meclisa netewî ya Ermenistanê kir û li gel serokê wê Allen Simonyan civiya.
Li hevdîtinê de pêşhatên rewşa siyasî ya li qada navnetewî hate gotûbêjkirin û Serok Komarê amaje bi wê yekê kir ku pêwîste çarçova hevkariyên yasayî di navbera parlementoya Êraq û Ermenistanê berfireh bibe bi rêya aktîvkirina çawaniya peywendiya di navbera her du aliyan de.
Rêzdar behsa hevdîtinên xwe yên li gel serokên komarê û wezîrên Ermenistanê û lihevkirin û pîlanên karên paşerojê yên ku di encama wan hevdîtinan de pêk hatine kir ku xizmeta daxwazên her du welatên dost ji bo geşepêdan û bextewariyê dike û amaje bi rewşa ewlekarî, siyasî û aborî ya ku Êraq tê de ye ku kampaniyan han dike tikefin sektora veberhênan û avakirinê.
Birêz Serokkomar bal kişande ser girîngiya pevguhertina ezmûnan di navbera her du aliyan de û erêkirina rêyên pêşdebirina karê parlemanî û yasadanînê û pêwîstiya piştevanîkirina kar û xebatên Komîteya Dostaniya Êraq û Ermenistanê rave kir. Herweha amaje bi wê yekê jî kir ku Êraq welatekî xwedî dîrok e û xwediyê şaristaniyeke kevnar e ku bingeha yasa û yasayan li cîhanê de ye.
Li hember de jî rêzdar Simonyan kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina bi Serok re diyar kir û balkişand li ser daxwaza welatê xwe bo berfirekirina asoyên hevkariyên li gel Êraqê bo çend waran û ji bo bidestxistina berjewendiyên her du welatên dost.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

