Qubad Talebanî: Pêwîstiya Herêmê bi Destûrê heye
Kurdistan 12:39 PM - 2023-11-20
Erşîf
Qubad Talebanî
Cîgirê Serokê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêwendiyên Hewlêr, Bexdad û dahatoya
Êraqê di çaremîn Dîdara Aştî û Asayîşa Rojhilata Naverast ragihand: Pêwîtiya
Herêmê bi destûreke wek Bexdadê heye û dive pirsa fîdralîzmê li Êraqê were
çareserkirin ji berk u bi bê çareserî wê pirsgirêkê destûra Kurdistanê jî çareser
nabe.
Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê di panêlekê de derbarê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê
û paşeroja Êraqê de ev tişt got: Hebûna destûrê ji bo Herêma Kurdistanê gelekî
girîng e û divê destûra me hebe, lê divê li gorî destûra Êraqê be, ne
berovajiyê wê.
Got jî: Tevî
ku çendîn car ji aliyê Êraqê ve destûr ji bo mafên me yên destûrî hatiye
binpêkirin, lê beşek ji pêşîlêgirtina bi wê yekê ve girêdayî ye ku em weke
Herêma Kurdistanê ne xwedî destûr in.
Herweha
Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ku em wek kurdî dive li pêş her tiştekî em
mala kurdî yek bixin, li gel wê jî nabe pêwendiyên xwe li gel Bexdadê paşguh
bikin lê pêwîste bi hêztir bikin, dive pirsa fîdralîzmê jî li Êraqê bê
çareserkirin, ji berk u bê çareserkirina wê pirsa destûra Êraqê jî nayê
çareserkirin ji berk u bi hev ve girêdayî ne.
Derbarê pirsa federalîzmê de jî Qubad Talebanî got: Pêkhateyên Êraqê pênaseyên cuda cuda ji federaliyê re hene, lewma avakirina Encûmena Federal dê hevsengiyê di navbera pêkhateyan de çêbike, bi pêwîstiya diyalogeke cidî û rastgo derbarê paşeroja Êraqê.
Weke Herêma Kurdistanê pêwîstiya me bi destûr heye û ji bo Êraqê jî pêwîstî bi jinûhve birêxistinkirina destûrê heye ji bo ku gelê wê bikarin di Êraqeke azad de bi aramî bi hev re bijîn. tekez kir ku pirsgirêk siyasî ne û divê li ser paşeroja Êraqê diyalogeke cidî û eşkere bê kirin.
Cîgirê Serokwezîrê Herêmê diyar kir ku welatparêzî bi dirûşmên bilind û gotegotan û bilindkirina hest û hestên welatiyan nayê pîvan, ji bo min welatparêziya rast xizmetkirina gel û dabînkirina mafên wan e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

