Serokê Komarê: Êraq dixwaze peywendiyên hevseng bi hemûyan re hebe
Îraq 10:50 AM - 2023-11-20
Ragihandina serokkomar
Serokkomar li Bakoyê
Rêzdar Serok Komar
Dr. Ebdulletîf Cemal Reşîd tekez kir ku Êraq giringiyê dide peydakirina
ewlekarî û aramiyê, çûna ber bi xizmetguzariyê ji bo welatiyan, hazirkirina
jêrxaneyan û baştirkirina asta jiyana welatiyan bi rêya pêşxistina aborî û
veberhênanê.
Duh Yekşem 19-11-2023, di pêşwaziya
balyozxaneya Êraqê li Ezirbîcanê de, birêz Serokkomarê Azerbîcanê ji serokên
nûneratiyên dîplomatîk û balyozên li Bakûyê û hejmarek ji wezîr, parlamenter û
berpirsên Azerbîcanê re ragihand ku Hikûmeta Êraqî bernameyeke girîng amade
kiriye ji bo peydakirina bingehên aramiya ewlekarî li welat û çûna ber bi
peydakirina xizmetguzariyên tendirustî û perwerdeyî û vejandina aboriya Êraqê
bi rêya berfirekirina danûstandinên bazirganî û handana veberhêneran û karsazan
bo karkirina li Êraqê ji bo geşepêdana domdar li welat.
Serok Komarê pê
xweşe ku kompanî û karsazên Azerbîcanî û Ewropî bikevin nav bazara Êraqê û
amaje bi wê yekê jî kir ku Êraq baldare bo peydakirina hêsankariyan û
pesendkirina yasayên pêwîst di vî warî de ye.
Derbarê rewşa li
Xezayê de jî serokkomar tekez li ser helwesta tund a Êraqê li hember Filistînê
û redkirina binpêkirin û destdirêjiyên li dijî filistîniyan kir.
Di derbarê
peywendiyên digel Azerbîcanê jî cenabê wî dupat kir ku Êraq dixwaze peywendiyên
her du welatan li ser astên curbicur berfiretir bike û gelek beşên bi taybetî
geştyarî, aborî û kulturî li xwe bigire bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên
hevbeş bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

