YNK û Gorran: Dengdan û beşdariya kurdan di hilbijartinên Kerkûkê de giring e

Kurdistan 08:54 PM - 2023-11-19
YNK û Gorran li Kerkûkê PUKMEDIA

YNK û Gorran li Kerkûkê

YNKê Kerkûk Hilbijartin

Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) serdana Mekoya  Kerkûkê ya Tevgera Gorran kir û rewşa Kerkûkê û hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê gotûbêj kirin, berpirsê Mekoya  Kerkûkê ya Tevgera Gorran  got: ‘’Pêwendiyên me yên baş li gel aliyên siyasî yên Kurdistanî bi taybet Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hene û pêwîste em welatiyan han bidin ku beşdarî hilbijartinan bibin.’’
Îro şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku ji Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Halkawt Ebdullah û Serokê lîsteya jimare 142 ya hevpeymaniya Kerkûkê Rêbwar Taha pêk dihat, serdana mekoya  Kerkûkê ya Tevgera Gorran kirin û ji aliyê berpirsê mekoya  Kerkûkê ya Tevgera Gorran Hakim Obed ve hatin pêşwazîkirin.

Divê em hevgirtî û yekgirtî bin
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û serokê lîsteya hevpeymaniya jimare 142 ya Kerkûkê Rêbwar Taha di civîneke rojnamevaniyê de got :“Armanca me ya sereke di vê serdanê de ew e ku em spasiya helwesta  Tevgera Gorran bikin ku ne xwediyê lîsta hilbijartinan e, lê dilgiran in li ser handana welatiyên kurd ên Kerkûkê ji bo beşdariya di hilbijartinan de, ji ber ku beşdariya wan girêdayî debara jiyana wan e. ‘’
Rêbwar Taha dibêje: “Encûmena parêzgeha Kerkûkê hemû desthilatên ewlekarî, îdarî û xizmetguzarî hene û giringiya encumenê ew e ku piştî şeş salan ji cudabûna kurdan ji rêveberiya vî bajarî, careke din kurd vegerin nav encumena parêzgehê û bibin deng û rengê kurdên vî bajarî û xizmeta hemû rûniştvanên wî bajarî bikin.’’
Wî zêde kir:  "Ev serdan ji bo me girîng bû. Mekoya  Kerkûkê ya Tevgera Gorran xema  wê yekê dike ku hemwelatiyan teşwîq bikin ku biçin ser sindoqan. Helwesta  wan dîrokî nayê ji bîr kirin û dengê kurdan li vî bajarî neşewitandiye, pêwîste em Kurd yekdeng bin û bi hev re beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê bibin."
Zilma li ser Kerkûkê bi dawî bibe
Berpirsê Forûma Kerkûkê ya Tevgera Gorran Hakim Obêd jî got: “Di civînê de rewşa Kerkûkê û hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hate gotûbêjkirin, em hêvîdar in bi hev re kar bikin da ku welatiyên Kerkûkê beşdarî hilbijartinan bibin.’’
“Em hewl didin dengderên Tevgera Gorran û welatiyên Kerkûkê jî tevlî vê proseyê bikin, ji ber ku proseyeke diyarker e û piştî 18 salan ji cudabûn û bêparkirina Kerkûkê ji hilbijartinan re, divê dawî li zilm û zordariya ku li Kerkûkê hatiye kirin, bînin’’. Berpirsê Forûma Kerkûkê ya Tevgera Gorranê got.
Her wiha got: ‘’Pêwendiyên me yên baş li gel aliyên siyasî yên Kurdistanî bi taybet Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hene û pêwîste hemwelatiyan bi awayekî aktîf beşdarî dengdanê bibin.’’
PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket