Hevpeymaniya Kerkûkê: Vegerandina Kerkûkê û betalkirina biryarên neyasayî

Rêportaj 12:15 PM - 2023-11-19
Encumena Parizgeha Kerkûkê PUKMEDIA

Encumena Parizgeha Kerkûkê

Hilbijartin YNK

Hevpeymaniya Kerkûk hêz û vîna me piştrast kir ku ji bo vegerandina Kerkûkê, betalkirina biryarên neyasayî yên ku li ser xelkê parêzgehê hatine ferzkirin, û bidawîkirina paşguhkirina hin deveran li parêzgehê kar dikin.

Vegerandina Kerkûkê

Bafil Celal Talebanî di peyamekê de ji bo xelkê parêzgeha Kerkûkê ragihand: Hevpeymaniya Kerkûkê, hêz û vîna me, hevpeymaniyeke resen a bajarê Kerkûkê ye, hemû netewe û pêkhateyên lihev kom dike û armanc dike ku jiyana hevbeş û ji nû ve avakirina bajarê me yê ezîz xurt bike.

Got jî: Em bi hevkarî û karê hevbeş bawerin û me desthilatdarî di biryardan û rêvebirinê da red kir û hertim xwestîye bi hev ra xizmeta Kerkûk, Qudsê Kurdistanê bikin û niha jî hevpeymanîya Kerkûkê hêz û îradeya me ye dê dawî li wê qonaxê bîne û ji niha û pê de ti kes li şûna Kerkûkiyan biryarê nade, ew ê çarenivîsa xwe diyar dikin û ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşin.
Li ser zimanê hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Vîna me ye Aso Mamend gotarek pêşkêş kir û tê de tekez kir: Çawa ku me berê Kerkûk parast.
Emê di paşerojê de jî wek ronahiya çavê xwe biparêzin û bi şopandina rêya Serok Mam Celal xizmeta vî bajarî bikin, Yekîtiya Niştimanî ji bo Kerkûkê gelek qurbanî daye û dê berdewam be.
Aso Mamend wiha got: Piştî bûyerên 16ê Cotmehê mayîna me li gel gelê me ji bo partiya me şanaziyeke mezin e, ji bo ku li hember biryarên neqanûnî yên ku dixwestin li ser Kerkûkê bidin rawestin. Em dikarin îradeyek bihêztir ji bo parêzgarê Kerkûkê pêk bînin ku ji kurdan û ji Yekîtiya Niştimanî be, ku dixwaze bi rêya encûmena parêzgehê û parêzgar xizmeta bajêr bike û em jî bi armanca xizmetkirina beşê ciwanan e.

 

Betalkirina biryarên ne qanûnî 

Namzedê jimare 19 ê lîsteya hêza me û vîna me ya Kerkûkê Remezan Cebarî ji PUKMEDIA re got: Emê ji bo vegerandina Kerkûkê û hilweşandina biryarên keyfî yên ku li ser xelkê bajarê Kerkûkê hatine ferzkirin kar bikin.
Got jî: Em wek Lîsteya Kerkûkê me bernameyeke yekgirtî bo piranîya xelkê bajarê hêja yê Kerkûkê heye, daku dawî li siyaseta nedadperwerî û cudaxwazîyê di navbera hemû deverên Kerkûkê de bîne.

Em ji bo guhertina sîstema rêveberî li Parêzgeha Kerkûkê û yekkirina mafên hemû hevwelatiyan kar dikin û parêzgarê niha jî çend guhertin kirine ku tenê di berjewendiya pêkhatekê de ye.
 Emê bi piştevanîya girseyên berxwedêr ên Kerkûkê kar bikin ji bo guhertina vê paşveçûyîna ku bi sedema nebûna kurdan ji rêveberiya bajêr derketîye, me wek Yekîtî Nîştîmanî ya Kurdistanê ti carî dest ji xelkê Kerkûkê bernedaye, û îsbat kir ku em parêzvanê rasteqîne yê welatiyên Kerkûkê ne.

Avakirina hikûmeteke nûh yê navxwe

Namzeta jimare 20 ya lîsteya hêza me û vîna me ya Kerkûkê ya jimare 142, Cîhan Zengene ji PUKMEDIA'yê re wiha got: Em weke lîstê Kerkûkê ji bo avakirina hikûmeteke herêmî ya nû kar dikin û erkê me yê sereke asayîkirina rewşa Kerkûkê û aliyên ewlekarî, aborî, îdarî, siyasî û xizmetguzarî be.
Herwaha got: Em dê kar bikin bo betalkirina bandora biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya hilweşiyayî û Komîteya Karûbarên Şemal û betalkirina biryarên ne yasayî yên parêzgeha Kerkûkê ku li ser xelkê Kerkûkê hatibûn sepandin.

Em ji bo bijartina parêzgarekî Kerkûkê ku ji bo hemû pêkhateyan kar bike û siyaseta taybetmendî û biryardayînê bi dawî bike, kar dikin ku ji ber nebûna kurdan di rêveberiya Kerkûkê de çêbûne.
Got jî: eger kar di destê kurdan de bûya û parêzgarek nû hatiba hilbijartin, siyaseta wan dê bihêzkirina rewşa Kerkûkê be û baştirîn xizmetguzarî ji welatiyan re bi giştî û bê cudahî bê kirin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket