Serok Bafil: Hevpeymaniya Kerkûkê hêz û îradeya me ya hemû netewe û civakan e
Kurdistan 05:32 PM - 2023-11-18
PUKMEDIA
Serok Bafil
Di merasima nasandina namzedên lîsteya Hevpeymaniya hêza me û îradeya me ya Kerkûkê jimare 142, ku îro piştî nîvro, 18.11.2023, li bajarê Kerkûkê birêveçû, tê de Peyama Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo Kerkûkiyan xwendin.
Têksta Peyamê
Beşdarên hêja
Bi silavên serkeftinê yên Hevpeymaniya (Kerkûkê Hêz û Îradeya Me) silav û rêzên min hene .
Gelî hêja
Hevpeymaniya Kerkûkê, hêz û îradeya me, hevpeymaniyeke resen a bajarê Kerkûkê û Kerkûkiyên serbilind e, bi hemû pêkhate û neteweyên xwe ve û armanca bernameya me ew e ku hevahengî, pêkvejiyanê û avakirina bajarê me yê hêja ji nû ve ava bike.
Baweriya me bi şirîkatî û xebata hevbeş heye û di biryargirtin û birêvebirinê de me stemkarî red kir û hertim me xwest ku em bi hev re xizmeta Kerkûka, Qudsa ya Kurdistanê bikin . Hevpeymaniya Kerkûkê hêz û îradeya me ye, êdî biryar bo xelkê Kerkûkê bi cîh dihêle, dê xwe çarenivîsa xwe hilbijêrin û ji bo mafên xwe têbikoşin.
Dîrokeke me ya dûr û dirêj bi sekn û qehremaniya Kerkûkiyên birûmet heye, lewma ez piştrast im ku hûn ê bi heman vîn û ruhî ber bi sindoqên dengdanê ve bimeşin û tifaqa xwe ya jimare 142 hilbijêrin û hûnê îspat bikin ku hûn ew in şerê rasteqîne yê Kerkûkê bikin û ji keleha xwe ya kevnar mizgîniya serkeftinê bide guhê her kesî.
Em Kerkûkê di dilê xwe de hildigirin, Kerkûk xeta sor a jiyana siyasî û hizbî ya me ye û çawa ku di demên borî de me xwîn ji bo wê kir qurbanî, di pêşerojê de jî emê bibin parêzvanên dilsoz û rast.
Em ê bi we yên dilsoz re rûbirûyê kêşeyan bibin û li hember metirsiyan bisekinin, erebkirinê ji koka wê derxin û xewnên nefret ên dijminên Kerkûkê hilweşînin.
Ji bo bidestveanîna vê yekê jî divê hûn dengê xwe bidin hevpeymaniya Kerkûkê ya bi hêz û îradeya me û bibin mertalên bihêz ji bo parastina aştî û jiyana hevbeş a ku Serok Mam Celal ava kiriye û em berdewam bin li ser wê yekê.
Ji bo serketin û dengdana tifaqa Kerkûkê, hêz û irada me erê.
Ji aştî û avakirinê re erê.
Serbilind û bextewar ji we re ezîzan
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

