Lîst û namzedên Yekîtî: pêşxistina şiyanên ciwanan û peydakirina derfetên kar

Kurdistan 01:59 PM - 2023-11-15
.. PUKMEDIA

..

YNK Hilbijartin

Lîst û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan hewla pêşxistina şiyanên ciwanan û peydakirina derfetên kar ji bo wan didin, lîsteyên Yekîtiya Niştimanî tekez kirin ku ew dê kar bikin ji bo peydakirina hemû pêwîstiyan ji bo pêşxistina asta çiyanên ciwanan û avakirina nifşek yekgirtî, hişmend ji bo pêşxistina civakê li hemû parêzgehan.

Piştgiriya ciwanan û peydakirina pêdiviyên wan
Namzedê jimare 27 ê Kerkûk Hêz û Vîna me ye yê 142 Hesen Elî Refîq ji PUKMEDIA re ragihand: Kerkûk rastî xirabûna rewşên xirabe bi taybet di warê piştevanîkirina ciwanan û peydakirina derfetên wekhev ji bo sûdwergirtina ji şiyanên wan de ye.
Got jî: eger em derbasî parêzgeha Kerkûkê bibin, emê kar ji bo piştevanîkirina ciwanan, peydakirina derfetên kar û dabînkirina pêdiviyên wan ji bo baştirkirina rewşa jiyana ciwanan bikin, ji ber ku ev mijar mafekî rewa ye bo ciwanan.

Peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan
Ebdulcewad Cemîl namzedê jimare 24 di hevpeymaniya Xelkê Nînewa 134 de ji PUKMEDIA re ragihand: Em dê kar bikin bo piştevaniya ciwanan û cîbicîkirina pirojeyên ku derfeta kar ji wan re peyda dike, çi ji projeyên veberhênanê û çi ji sektora taybet. her tiştê ku xizmeta ciwanan bike, em ê li ser bixebitin.
Got jî: Ciwan bingeha civakê ne û eger em ciwanan bi rêk û pêk ava bikin emê encamên baş û nifşekî hişyar û pêşketî bidest bixin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku asta girîngîpêdan bi ciwanan li parêzgeha Nînewayê pir kêm e û derfetên kar di sektora taybet û giştî de pir kêm in, bi hezaran xortên derçûyên zanîngeh û peymangehan hene ku bê derfetên kar in, lewra em ê dê kar rasterast ji bo peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan bikin.

Pêşxistina şiyana ciwanan

Namzedê jimare 25 ji bo lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê ya jimare 120 Hoşmend Hesen ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya me ji bo pêşxistina asta şiyanên ciwanan li parêzgeha Diyalayê kar dike.
Got jî: Ciwan li parêzgehê bi taybetî li navçeya Xaneqînê rastî neheqî û kêmasî û kêmbûna derfetên kar hatine, ji ber wê jî emê kar bikin daku derfeta kar ji bo wan peyda bikin û ji şiyanên wan sûd werbigirin.
Got jî: Emê bi hemû hêza xwe ji bo piştevanîkirina ciwanan û avakirina pirojeyên ku alîkarîya wan dikin, bi taybetî pirojeyên werzîşî û veberhênanê kar bikin û ji bo piştgirî û piştevanîya ciwanan emê hewl bidin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket