Lîsta 134 divê xizmetkirina koçberan bê kirin
Kurdistan 03:54 PM - 2023-11-13
PUKMEDIA
Yekîtiya xelkê Nînewayê
Namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di nav hevpeymaniya xelkê Nînewa de biryara qedexekirina kampîna hilbijartinan li kampên penaberan ên Herêma Kurdistana Êraqê rast dibînin û amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîste koçber vegerin warên xwe ne bi kampînên hilbijartinan re mijul bin.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Êraqê got: Kampînên hilbijartinan li kampên penaberan ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê qedexe ye û her aliyek, lîste û namzedek ku bi biryarê bicih na hêne, dê were cezakirin.
Vgerandina penaberan erka her kesî ye
Namzedê jimare 18 yê Hevpeymaniya Yekitiya Xelkê Nînewa Wîsam Selîm ji PUKMEDIA re ragihand: Biryara Wezareta Koç û Koçberan a Êraqê yasayî ye û di cih de ye ji ber ku rewşa jiyana penaberan li kampan ne weke pêwîst e nabe ew ji bo hilbijartinan werin bang kirin.
Salim got: Erkê me hemûyan e ku em hewl bidin penaberan vegerînin warên wan, ne ku wan di kampan de bihêlin û wan ji bo armancên siyasî bikar bînin û di vê helmetê de li şûna xizmetkirina wan, mijûlî hilbijartinan bin.
Hevpeymaniya Yekîtiya Xelkê Nînewayê: Koçber hêjay jiyaneke baştir inHevpeymaniya Yekîtiya Xelkê Nînewayê hejmara 134 ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehê kar li ser vegerandina awareyên parêzgeha Nînewayê bo cihên xwe yên resen dike, bi rêya peydakirina hemû pêdiviyên pêwîst ji wan re bi awayekî guncaw.
Namzeta Leyla Evdal Nûrî di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re gotibû: Em ê ji bo peydakirina xaniyan ji koçberan re kar bikin ji ber ku piraniya malên wan di encama şerê parêzgeha Nînewa de wêran bûne.
Wê got jî: Em wek Hevpeymaniya Yekîtiya Xelkê Nînewayê de, hewl didin ku koçberan qerebû bikin û alîkariya wan bo avakirina malên wan bikin an jî xaniyên nû ji wan re peyda bikin.
Piştî dagîrkirina Mûsilê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, welatî neçar bûn ku dest ji malên xwe berdin û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û heta niha jî zêdetirî 120 hezar ji wan di kampên navçeyê de dijîn û Yekîtiya Niştimanî di dema borî de gelek hewl daye daku ewlekariya vegera awareyan bo deverên xwe misoger bike, û niha jî bi rêya namzedên xwe wê vê armanê pêk bîna.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

