Beriya 13 sala Mam Celal careke din bû Serokkomarê Iraqê
Kurdistan 09:54 AM - 2023-11-11
PUKMEDIA
Serok Mam Celal
Di 6'ê Nîsana 2005'an de Meclîsa Neteweyî ya Iraqê Mam Celal wek serokkomarê nû yê Iraqê hilbijart û di 11'ê Mijdara 2010'an de ji bo cara duyemîn hate hilbijartin.
Serok Mam Celal bi jinûve bijartina xwe bû yekemîn siyasetmedarê kurd di dîroka Iraqê de ku postê serokomariyê wergirt û yekem serokomare ku ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hat hilbijartin di dîroka Iraqê de. Ew yekem serokomarê Iraqê ye ku li gor destûra nû hatiye hilbijartin.
Di serdema Serok Mam Celal de lihevhatin û biratî bi siyaseta aqilane ya Serok Mam Celal pêk hat. Ew di nav partiyên siyasî yên Iraqê de çalak bû û ji aliyê Mercayê Bilind ê Şîeyan Ayetullah Seyîd Elî Sîstanî ve navê Semamî Aman jê re hat dayîn.
Piştî nexweşiya Serok Mam Celal, Iraq di rewşek siyasî ya gelek nebaş re derbas bû û gelek pirsgirêkên siyasî û olî li Iraqê rûdan û siyasetmedarên mezin jî şahidiya wê dikin. Li gorî siyasetmedarên mezin ên cîhanê, Iraq û kurd, yekane kesê ku kariye hevsengiya siyasî di navbera aliyên siyasî û beşên cuda yên Iraqê de biparêze, Serok Mam Celal bû.
Celal Talebanî, kurê Husenmeddîn, kurê Nurullah Talebanî, di 12ê Mijdara 1933an de li gundê Kalkaniyê li quntara Çiyayê Kosretê ji dayîk bûye, bavê wî bûye serokê Takya Talabanî li Koyê, xwendina xwe ya seretayî li wir qedandiye û xwendina xwe ya amadeyî li Kerkûk û Hewlêrê qedandiye.
Di sibata 1953an de yekemîn kongreya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li dar xist û wek sekreterê giştî yê wê rêxistinê hat hilbijartin û di heman salê de bû yek ji damezrînerên Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê û di sala 1959an dem Koleja Yasa li Bexdayê qedandiye.
Di roja 18.12.2012ê de rewşa tendirustiya Serok Mam Celal li Bexdayê ne aram bû. Piştî nexweşiya Serok Mam Celal, Iraq û gelê wê rastî pirsgirêkên mezin hatin, ji bilî şerê mezhebî di navbera şîe û sunniyan de, heta şerê Kurd û Ereban jî dest pê kir .Serok Mam Celal li bajarê Berlînê yê Almanyayê li nexweşxaneyekê krîza dil derbas kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

