Saadî Pîre: Serok Bafil ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe li Bexdayê ye
Kurdistan 09:53 PM - 2023-11-07Saadî Pîre
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê teqez kir ku civîna Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û Partiya Demokrat erênî bû û got:“Emê hemû hêzên xwe ji bo piştevanîkirina pêkhateya herêmê kom bikin û emê hewlên xwe bo dabînkirina mûçeyên welatiyan bi taybetî yên ku di dema xwe de nayên dayîn, zêdetir bikin û niha jî Serok Bafil ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe çû Bexdayê.”
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Saadî Ehmed Pîre di daxuyaniyekê de ji bo kanala satelîtê ya Kurdsat News ragihand: Demeke dirêje welatî li benda vê civînê bûn ku her du alî bi asteke bilind beşdar bûn, me di hevdîtinê de red nekir ku di navbera me de pirsgirêk hene û ev zirarê dide welatiyan û armancên hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Got jî: Di civînê de xalên hevbeş hatin piştrastkirin û emê di civînên bê de behsa xalên nakok bikin û hemû hewlên xwe bidin ji bo piştgirîkirina pêkhateya Herêma Kurdistanê û dabînkirina mûçeyên karmendan û Serok Bafil Celal Talebanî li Bexdayê ji bo çareser kirina vê pirsgirêkê ye,em ê pirsgirêkan diyar bikin û kar bikin bo çareser kirina wan di civînên yek li pey hev gelek pirsgirêk û kar hatine destnîşan kirin û li ser kar tê kirin.
Pîre eşkere kir: Di civîna berê ya Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê de, me behsa kar bo cîbicîkirina daxwazên mamostayan kir, daku xwendekar ziyan nebînin û hemû hewlên me jî di vê derbarê de bin.
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku, civîn dê berdewam bin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û pirsgirêkên di navbera Herêm û Iraqê de, pêwîst e em ligel aliyên din ên siyasî bicivin piştî bidawîhatina Kongireya Pênc, me tekezî li ser wê yekê kir ku divê kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

