Şanda bilind YNKê gihişte Pîrmam

Kurdistan 12:42 PM - 2023-11-07
Be pele PUKMEDIA

Be pele

YNK û PDKê Serok Bafil Celal Talebanî

Şandeke pilebilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hevdîtina ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) gihîşt Pîrmamê,ku ji aliyê Nêçîrvan Barzanî û  Mesrûr Barzanî  Cîgirên Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve hatin pêşwazîkirin.
Şanda bilind YNKê bi serokatiya Bafil Celal Talebanî pêk hatine ji Qubad Talebanî, Xesrew Gul Mihemed, Derbaz Kosret Resûl, Rîfet Ebdullah, Şalaw Elî Eskerî, Îmad Ehmed û Saadî Ehmed Pîra  ,her wiha sanda bilind partî pêk tê Nêçîrvan Barzanî ,Mesrûr Barzanî, Fazel Mîranî, Hoşyar Zêbarî, Mehmûd Mihemed, Azad Berwarî, Cafer Hêminkî ,Piştîwan Sadiq û Dilşad Şahab.
Beriya niha Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re ragihandibû. “Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dê li Pîrmamê di asteke bilind de bicivin.’’
Saadî Ehmed Pîre got: "Di civînê de dê çend mijarên girîng ên girêdayî pêwendiyên her du aliyan, rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê, bûdce û hilbijartinên herêmê bên gotûbêjkirin."
Piştî lidarxistina kongreya pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û di yekemîn civîna Encûmena Serkirdatiyê ,Serokê  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî got:’’ Emê rûpeleke nû li gel partiyan ji bo xizmetkirina gel vekin û di vê çarçoveyê de YNKê destpêşxeriya serdana aliyê siyasî  ragihand û li gor agahiyên  PUKMEDÎAyê yekem civîna wê li gel PDKê be û piştre ligel aliyên din pêk bîne.’’
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket