Lîsteya YNK'ê ya Diyale dê bibe parêzvanê mafên pêkhateyan

Êraq 11:20 AM - 2023-11-05
Lîsta Yekîtî li Diyale PUKMEDIA

Lîsta Yekîtî li Diyale

Hilbijartin

Deverên Dabrênreweken ên Kurdistanê bi giştî û deverên dabrênrewekan ên parêzgeha Diyale bi taybetî ji pêkhateyên neteweî, olî û mezhebî pêk tên û mafên wan di destûra herdemî ya Êraqê de hatine diyarkirin. Lîsteya YNKê li parêzgeha Diyale ku hejmara wê 120 e, têdikoşe bo pabendbûna bi destûrê û cîbicîkirina madeya 140 a destûra Êraqê dide.

Lîsta Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê li parêzgeha Diyale ji bo vê mebestê bernameyeke realîst amade kiriye û 30 namzed bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê destnîşan kirine û bi rêy aencumena parêzgeha Diyale dixwaze şerê bidestveanîna mafên pêkhateyan bike.

Yekîtî di biryargirtinê de rê li ber biryara tekekesî digire
Namzedê Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê li parêzgeha Diyale, Sebah Kerîm Ebas ji PUKMEDIA re ragihand: YNK dê kurdbûna navçeyên nekok, parêzgeha Diyale jî di nav de biparêze û armanc dike ku zorbey namzedan bişîne encumenê parêzgehê, daxwaz ji hemû pêkhateyên deverê dike ku deng bi namzedên lîstî YNK li parêzgehê din, Ji bo rêgirtin li biryara takekesî û bêparkirina ji mafên wan di paşerojê de, ji ber ku xizmetkirin û nirîna li hemû pêkhateyan tenê ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ve dibe.

Lîsteya YNK’ê dê parastina mafên pêkhateyên Diyaleyê bike
Namzedê Yekîtî li parêzgeha Diyale Hesen Talebanî ji PUKMEDIA re ragihand: YNK’ê di dema borî de û niha jî ji bo kurdbûna navçeyên dabrênrewekan şer kiriye û dê hemû hewlên xwe bide ji bo ku bi vê dengdanê qaymeqam û rêveberên navçeyên ku piraniya kurdan lê dijîn, vegerîne.

Hesen Talebanî got jî: YNK dixwaze bi maddeya 140 a destûrê pirsgirêkên navçeyên dabrênrewekan çareser bike, herwiha dê mafên pêkhateyên din jî biparêze û ez bang li hemû welatiyên pêkhate û olên cuda dikim ku dengê xwe bidin namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê da ku bibin nûnerên wan ên rastîn di Encûmena Parêzgeha Diyalayê de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket