Saadî Pîre:Yekîtî û Partî dê bicivin

Kurdistan 03:42 PM - 2023-11-04
Logoya YNK û PDK'ê PUKMEDIA

Logoya YNK û PDK'ê

YNK û PDKê Civîna Silêmanî Serok Bafil

Biryar e di demeke nêzîk de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bicive û çend mijarên girîng gotûbêj bikin.
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de got:“Biryare di demek nêzîk de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bicivin.’’
Her wiha got: “Heya niha dem û cihê civînê nehatiye diyarkirin û her du alî ji bo wê mebestê di gotûbêjan de ne.’’
Pêştir Serokê Herema Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevanî de li ser pirsa rojnamevanekî  li Fransa ya derbarê yekem civîna YNK û PDKê de ragihandibû: “YNK û PDK dê vê hefteyê li ser çend mijarên girîng wê bicivin.’’
Piştî lidarxistina kongreya pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û di yekemîn civîna Encûmena Serkirdatiyê ,Serokê  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî got:’’ Emê rûpeleke nû li gel partiyan ji bo xizmetkirina gel vekin û di vê çarçoveyê de YNKê destpêşxeriya serdana aliyê siyasî  ragihand û li gor agahiyên  PUKMEDÎAyê yekem civîna wê li gel PDKê be û piştre ligel aliyên din pêk bîne.’’
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket