PUKMEDIA peyam û bernameya Hevpeymaniya Yekîtiya xelkê Nînewa diweşîne

Êraq 12:02 PM - 2023-11-03
Hevpeymaniya xelkê Nînewa PUKMEDIA

Hevpeymaniya xelkê Nînewa

Êraq YNK Hilbijartin

Heveymaniya Yekîtiya Gel a Nînewa hejmar 134 bo hilbijartina encumena parêzgehên Êraqê peyam û bernameya xwe eşkire  dike û radighîne: Parêzgeha Nînewayê Êraqeke biçûk e di warê pêkhatina nifûsê de, lewra pêwîstiya wê bi rêveberiyeke xwecihî heye ku xizmeta hemû pêkhateyan bike, "Rêveberiyek ku çavkaniya aramiya siyasî, îdarî û civakî ye li parêzgehê, Nînewa ji hemû pêkhateyan pêk tê, lewra stêrka vê parêzgehê dê di hemû helwêst û mercan de di hemû civakan de bibiriqe."

Di peyam û bernameya hevpeymaniyê de ku kopiyek ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re hatiye şandin, wiha tê gotin: Em ji we daxwaz dikin ku ji bo guhertina ku em dixwazin bi dengdana ji bo hevbendiya me (Yekîtiya Gel a Nînewayê) bibin alîkar û piştgiriya me bikin."

Wek ku di bernameya kar de hatiye, Hevpeymaniya xelkê Nînewa dê kar bike bo “vegerandina penaberên parêzgeha Nînewa bo cihên xwe yên resen, herwiha dabeşkirina postên îdarî bi awayekî adil û li ser bingeha hevkariyeke rasteqîne û hejmara kursiyan. Herweha hevpeymanî dê li ser 8 warên giring ên Kerkûkê bisekine, ji wan (rêveberî, ewlehî, tenduristî û jîngeh, pîşesazî û enerjî, perwerde û xwendina bilind, huner, werziş û ciwan, çandinî, av û avdanî, Jînosayd).

Hevpeymaniya Yekîtiya Xelkê Nînewa ku  bi hejmar 134 beşdarî hilbijartinên encumena parêzgeha Nînewa dibe 52 namzed namzed hene ku hemû ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve hatine pesendkirin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket