Rêveberiya Firokevaniya Sivîl: Firokexaneyên Silêmanî û Erbet di bin çavdêriya me de ne

Rêportaj 11:57 AM - 2023-11-02
Balafirxaneya Silêmanî PUKMEDIA

Balafirxaneya Silêmanî

Firokexana Silêmanî Silêmanî

Di lêkolînên berfireh ên komîteyên parlamentoyê û hikûmetê de derketiye holê ku firokexaneyên Silêmanî û Erbet ji hebûna hêzên leşkerî û sivîl ên biyanî vala bûne.
Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Federal jî ev mijar piştrast kir û ragihand ku her du firokexane tenê ji bo mebestên sivîl tên bikaranîn û ne ji bo armancên leşkerî û tekez kir ku, her du firokexane di bin çavdêrî û şopandina berdewam de ne.

Herdu balafirgehan ji bo armancên sivîl tên bikaranîn
Serokê Fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Herêm Kemal Axa dibêje, firokexaneyên Silêmanî û Erbet tenê ji bo mebestên sivîl tên bikaranîn û ti hebûna leşkerî li her du firokexaneyan nîne.
Endamê komîteya ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoyê Herêm Kemal Aga di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA yê re got: Gelek komîteyên parlamentoyê û hikûmetê serdana firokexaneyên Erbet û Silêmaniyê kirin û raportên xwe derbarê bombebarankirina herdu firokexaneyan pêşkêş kirin û me di Komîteya Parastinê de rapora xwe pêşkêşî Serokatiya Encumena Nûneran kir.
Binpêkirina eşkere ya serweriya Êraqê

Herêm Kemal dibêje: Tişta ku li dijî firokexaneyên Erbet û Silêmaniyê hatiye kirin, binpêkirina eşkere ya serweriya Êraqê ye û hemû belge nîşan didin ku êrîşa li ser serweriya Êraqê ne rewa ye û me daxwaz ji hikûmeta federal kir ku li hember van êrîşan raweste ji ber ku jiyana welatiyan dixe metirsiyê.
Got jî: Emê berdewam bin li ser hewlên xwe bo rawestandina van êrîşan, û serdana Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmanî ya Êraqê birêz Qasim El-Erecî bo Silêmaniyê giringîya xwe heye û diyar kir ku berdewamkirina van kiryaran binpêkirina serweriya Êraqê ye.

 

Li her du balafirgehan kesên biyanî tune ne

Endamekî komîteya asayîş û berevaniyê ya parlementoyê got jî: Me di komîteya asayîş û berevaniyê de serdana balefirxaneyên Silêmanî û Erbetê kir û çendîn car tîmên hikûmetê serdana her du balefirgehan kirin û hemû rastî ji hikûmeta federal re eşkere bûn ku ev babet siyasî ne p binpêkirina serweriya Êraqê ye û ne rewa ne û ti hebûna biyaniyan li her du firokexaneyan nîne û divê welatî ji metirsiyê û ji dubarekirina bombebaranan bên parastin.

Balafirgeh di bin çavdêriya Saziya Hewayî ya Sivîl de ne
Berdevkê Firokevaniya Sivîl a Federal Cîhad Kazim ji PUKMEDIA re ragihand: Hemû firokexaneyên Herêma Kurdistanê di bin çavdêriya Rêveberiya Firokevaniya Sivîl a Federalî de ne.

 

Rawestandina geştên Tirkiyê û bombebarankirina her du balafirgehan

Di 6’ê Nîsana 2023’an de dewleta Tirk hemû geştên esmanî balafirxaneya navnetewî ya Silêmaniyê yên ku di qada hewayî de derbas dibûn rawestand, rojek piştî vê biryarê balafirxaneya Silêmaniyê hat hedefgirtin û di 18’ê Îlona 2023’an de dirunrk a Tirkiyê bi hinceta hebûna leşkerî balafirgeha Arbet a Çandiniyê kir hedef. Ku bû sedema şehîdbûna 3 pêşmergeyên dijî terorê.
Wê demê Berdevkê Fermandeya Giştî yê Hêzên Çekdar Yehya Resûl hûrgiliyên êrîşa bi ser firokexaneya Erbet a parêzgeha Silêmaniyê eşkere kiribû.
Resûl di daxuyaniyekê de ragihand, roja Duşemê 18ê Îlonê tam demjimêr 17:00, firokeyeke bê firokevan li ser sînorê Tirkiyê derbasî esmanê Êraqê bû û firokexaneya (Erbet) ya parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê bombebaran kir di encamê de 3 lehengên Hêzên Dijî Terorê şehîd ketin.
Got jî: ev destdirêjî binpêkirina serwerî, ewlehî û selametiya axa Êraqê ye û tehdîd û metirsî ye bo ser aştî û asayîşa navçe û cîhanê, binpêkirina xalên yasayên navdewletî û binpêkirina prensîb û armancên Peymana Netewên Yekgirtî ye û tekez kir ku "ev êrîşên dûbare ne li gorî prensîba peywendiyên baş in di navbera welatan de, û metirsiya têkbirina hewlên Êraqê ji bo avakirina peywendiyên siyasî, aborî û ewlehiyê yên baş û hevseng li gel cîranên xwe.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket