Yekîtiya Niştimanî îro dest bi kampînên hilbijartinan dike

Rêportaj 10:34 AM - 2023-11-01
Logoya YNK PUKMEDIA

Logoya YNK

YNK Hilbijartin

Îro 1-11-2023ê kampîna propagendaya hilbijartinan bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê ku biryare di 18-12-2023ê de birêve biçe, dest pê dike.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hemû amadekariyên hilbijartinan bi dawî kirine û li 4 parêzgehan bi 112 namzed di gel namzedek serbixwe li paytext Bexdadê beşdarî hilbijartinan dibe.
Li gor daxuyaniyeke Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ku ji aliyê PUKMEDIA ve hatiye şopandin de îro Çarşemê 1/11/2023, kampîna hilbijartinan ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê dest pê dike, ku dê heta 15/12/2023 bi beşdariya zêdetirî 6 hezar namzed berdewam bike bi 134 lîsteyan de hevrikiyê dikin ku kursiyên encumena 15 parêzgehaên Êraqî yên ne birêxistin kirî li Herêmê bi dest bixin.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Diyalayê dibe, lê li parêzgehên Kerkûk, Nînewa û Selahedîn di nava hevpeymaniyên hilbijartinan de û li Bexdayê jî bi namzedek serbixwe beşdar dibe.
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî Rizgar Hec Hema di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihandibû: Yekîtiya Niştimanî ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan 112 namzed hene û ti namzedên me di yasaya berpirsînê û dadperweriyê de cih negirtine.

Got jî: Hemû namzedên me kesên jêhatî û berpirs in û ti dîroka wan nîne ku beşdarî nava partiya Beis ya hilweşiyayî bibin û hêvîdarim baweriya welatiyan bi dest bixin bo parastina mafên xwe yên rewa û amaje bi wê yekê jî kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hemû amadekarî bo beşdarîkirina di hilbijartinên dahatî yên encûmenên parêzgehan de kiriye û dê kar ji bo misogerkirina serkeftina namzedên xwe bike daku bibe berevankarên mafên xelkên navçeyên nekok.
YNK encumena parêzgeha Kerkûkê di çarçoveya (Hevpeymaniya Kerkûkê hêz û vîna me ye) de û di lîsteya jimare (142) de beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibe, ku di 5-8-2023 de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya hevpeymaniya Kurdistanî ragihand bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo ku dengên Kurdistanî belav nebe.

Lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê bi hejmara (120) beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan dibe.

Li Parêzgeha Nînewayê, Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên parêzgehan de bi lîsteya (Yekîtiya Xelkê Nînewa) bi hejmara (134) beşdar dibe.

Li Parêzgeha Selahedîn,Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên parêzgehê de bi lîsta “Girseyên Netewî” bi hejmara (226) beşdar dibe.

Namzedê serbixwe yê Yekîtiya Niştimanî li Bexdayê hejmara 204 e.

Li gor Komisyona Bilind, hejmara dengderên tomarkirî li Biyometrîkê li 15 parêzgehên ne rêxistinkirî li herêmê gihîştiye (16,158,788) dengderan, ku di nav wan de dengên giştî (15,108,135) dengder, dengdana taybet ji hêzên çekdar û dezgehên ewlehiyê (1,002,393) hilbijêr hene, û koçber (48,260) dengderin, û bi pejirandina desteya komîseran ya dawîkirina navend û navendên dengdanê ji bo dengdana giştî, taybet û awareyan, hejmara navendên dengdanê gehişte (7,766) bi giştî. ji (38.040) navendên dengdanê.”
Li gor amarên ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinan ve hatine ragihandin, di hilbijartinên encumenên parêzgehan de 134 lîste beşdar in, ji wan 39 hevpeymanî, 29 partî û 66 namzedên serbixwe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket