YNK bi rêya hilbijartinan ji bo kurdbûna navçeyê madda 140 şer dike

Kurdistan 05:16 PM - 2023-10-30
Navçeyên Kurdistanî dervayî Herema Kurdistanê PUKMEDIA

Navçeyên Kurdistanî dervayî Herema Kurdistanê

Hilbijartin YNKê Kerkûk

Propagandeya hilbijartinan ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê ku biryare 28.12.2023 birêve biçe, biryar e roja 1.11.2023 dest pê bike, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan navên hemû namzedên Yekîtiya Niştimanî ya  Kurdistanê ji bo Hilbijartinan pesend kir.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgehên Kerkûk, Nînowa, Selahedîn û Diyale bi 112 namzedên ji kesên jêhatî û dilsoz ên hemû pêkhateyan beşdarî hilbijartinan dibe.

Parêzgeha Nînowa
Berpirsê Navenda Rêxistina Nînowa ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aras Mihemed Axa ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hemû amadekariyên xwe bo hilbijartinên encumenên parêzgehan kiriye ku biryare di meha bê de were lidarxistin. 
Got jî: 52 namzedên me li ser lîsteya hevpeymanîya me hene bo lidarxistina hilbijartinan li parêzgeha Nînowa ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Kakaî û Şebek pêk tê .
Parêzgeha Kerkûkê
Berpirsê Navenda Rêxistinên Kerkûkê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rawand Mela Mihemed ji PUKMEDIA re ragihand: Parêzgeha Kerkûkê giringiyeke taybet bo Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê heye û em bi hemû hewlên xwe hewl didin ku rêjeya herî zêde ya dengan di encûmena parêzgehê de bidest bixin ji bo îsbatkirina Kurdistaniya parêzgehê.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi Partiya Komunîst a Kurdistanê re hevpeymaniyek heye ku di hilbijartinên bê de bi navê (Hevpeyîmaniya Kerkûk hêz  û îradeya me ye) û bi rêya 30 berbijêran bi hejmara 142 beşdar dibin.
Parêzgeha Selahedîn
Cîgirê Berpirsê Navenda Rêxistina Hemrînê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Mehmûd ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hemû amadekariyên pêwîst bo beşdarbûna hilbijartinên encumenên parêzgehan ku biryare di 18.12.2023 de bê lidarxistin, kirine.
Got jî: Yekîtîya Niştîmanî yek berbijar bo hilbijartinên civata parêzgehan heye, û emê bi hemû hewlekê hewl bidin bo serxistina wê, û em dê kar bikin bo wergirtina kursî di civata parêzgeha Selahedîn de.
Parêzgeha  Diyala
Berpirsê desteya hilbijartinan li Navenda Rêxistinên Xaneqînê Husam Elî ji PUKMEDIA re ragihand: Li Xaneqînê amadekarî ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan tên kirin û me ji bo hemû herêman ji bo amadekariyên kampanyayên hilbijartinan tîm û komîte ava kirine.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hejmara 120 ,her hemû 30 namzed hene ku di hilbijartinên encumenên parêzgehê de beşdar dibin û namzed jî ji hemû pêkhateyên parêzgeha Diyalayê ne û em çaverê dikin Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di encûmena parêzgehê de dengên mezin bidest bixe di  hilbijartinan de.
Komîsyon navên hemû namzetên Yekîtiya Niştimanî pesend dike
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hacî  Hema di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihandibû: “Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûk, Diyale, Selahedîn û  Nînowa  112 berbijêr hene û ti namzedên me di qanûna hesabpirsîn û dadmendiyê de cih negirtin.”
Rizgar Hacî Hema got jî: “Hemû namzedên me kesên jêhatî ne ku hêjayî erk û berpirsyariyê ne û tu dîroka wan a tevlîbûna partiya Beis a hilweşiyayî tune ye. Hêvîdar im ku baweriya welatiyan li navçeyên cihê nakokiyê bi dest bixin da ku mafên xwe yên rewa biparêzin.”
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan eşkere kir ku, biryar e di destpêka meha Mijdara bê de kampanyayên propagandaya hilbijartinan dest pê bikin û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hemû amadekariyên pêwîst bo beşdarbûna hilbijartinên dahatî yên encumenên parêzgehan kiriye.
Jimarê lîstê YNK
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê weke lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgehên Diyala û Selahedîn dibe û li parêzgehên Kerkûk û Nînowa jî di çarçoveya hevpeymaniyên hilbijartinan de beşdar dibe.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di çarçoveya (Hevpeyîmaniya Kerkûk hêz  û îradeya me ye) de û di lîsteya jimare (142) de beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibe, ku pêk tê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst ku 23/5/2023 wek yekem hevpeymaniya Kurdistanî bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo ku dengên Kurdistanî belav nebe li parêzgehê ava bû.
Lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê bi hejmara (120) beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan dibe.
Li Parêzgeha Nînowa, Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên parêzgehan de bi lîsteya (Yekîtiya Xelkê Nînowa) bi hejmara (134) beşdar dibe.
Di derbarê Parêzgeha Selahedîn de jî, namzedê Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên parêzgehan de bi lîsta “Girseya Netewî” ya bi hejmara (226) beşdar dibe.
Di derbarê Parêzgeha Bexdayê de jî, namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şêx Casim El-Suweyrîmîrî di hilbijartinên Encûmena Parêzgehan de bi hejmara 204 beşdar dibe.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket