Doza li dijî Wehab Helebceyî gihişt Dadgeha Federal

Kurdistan 01:37 PM - 2023-10-30
Wehab Helebceyî PUKMEDIA

Wehab Helebceyî

Dije Tîror Dadgeha Federal

Hûrgiliyên doza li dijî Wehab Helebceyî li Dadgeha Federalî
Yekemîn rûniştina Dadgeha Federalî ya Êraqê li ser biryara dadgeha lêkolînê ya Hewlêrê li ser tometên li dijî Rêveberê Giştî yê Dijî Terorê Wehab Helebceyî û hejmarek ji efser û pilebilindên hêzên dije terorê birêve çû. Dadgeha Hewlêrê xwe dispêre madeyeke ku dema wê biserçûye û Parlamentoya Kurdistanê ketiye valahiya yasayî.
Di rûniştina duh yekşemî 29/10/2023 de, bi amadebûna neh dadwer ku her yek ji parêzer û wekîlên yasayî doza Wehab Halebceyî û hevalên wî, D.Çiya Zengene û Hêvar Mihemed amade bûn.

Ev biryar pişt spartiye yasayek ku bi ser derbas bûye

Di vê derbarê de Dr. Çiya Zengene Şêwirmenda yasayî û parêzera berevaniyê di vê dosyayê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Ez ligel hevala xwe Hêvar Mihemed weke tîma parastinê di dosyeya îdîakirina Wehab Helebceyî û berpirsên bilind ên dije terorê duh di yekem rûniştina Dadgeha Federalî de derbarê biryara neqanûnî ya dadgehê Lêpirsîna Hewlêrê de beşdar bûm”, ku me berê li Dadgeha Federalî li dijî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê doz tomar kiribû, derbarê yasaya ku li gorî wê biryar hatibû dayîn.”
Got jî: Me îtîraz li Dadgeha Federalî kir li dijî yasaya ku li gora wê Rêvebirê Giştî yê Dije Terorê re û efserên payebilind ên wê rêveberiyê hatine tawanbar kirin, ev yasaya jimare 3 ya sala 2006 (qanûna dijî terorê) ya Parlamentoya Kurdistanê ye. wek yasa, piştî ku zêdetir ji carekê hat dirêjkirin, bi ser diçe ji sala 2018ê ve, ji bilî wê yekê, parlamentoya Kurdistanê di dema derketina biryarê de di valahiyeke destûrî de bû.

 

Biryara dadgeha Hewlêrê bê bingehên yasayî ye

D.Çiya Zengene amaje bi wê yekê jî kir, ku di rûniştina duh a Dadgeha Federalî de, me îtîraz li naveroka biryara dadgeha lêkolînê ya Hewlêrê jî kir ku bê bingeh û delîlên qanûnî ne û rêgire bo lêkolîna yasayî li ser bûyera şehîdbûna Hewkar Cef e. Ev doz aramî û aştiyeke mezin di pêwendiyên di navbera aliyên kurdistanî de çêdike.
Şêwirmendê yasayî tekez kir, "Em ê li Bexdayê parastina hemû wan kesan bikin ku li dadgehên Hewlêrê biryarên ne yasayî li dijî wan hatine derxistin bi arastekirina Partiya Demokrat".


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket