Qubad Talebanî: Pêşîlêgirtina binpêkirina serweriya Herêm û Êraqê

Kurdistan 04:09 PM - 2023-10-29
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro 29.10.2023ê li bajarê Silêmaniyê pêşwaziya Qasim El-Erecî Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Êraqê kir û di wê hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî û peywendiyên navbera Herêm û Bexdayê de gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de ku Celal Nacî Berpirsê Dezgeha Parastin û Ragihandinê/Agahiyan û Hiwa Ehmed Berpirsê Asayîşa Herêmê amade bûn, behsa peywendiyên Herêmê li gel Bexdayê hate kirin û Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêmê di vê derbarê de got: “Tevî ku peywendiyên baş di navbera Herêm û Bexdayê de hene, lê awaya çareser kirina kêşeyên kombûyî yên di navbera her du aliyan de, bi taybetî pirsgirêka bûdceyê lawaz e. Got jî: nebûna bûdceyê û ne dabeşkirina mûçeyên karmendan di dema xwe de, rewşên dijwar ji welatîyên herêmê çêkiriye û ev yek jî pêdivî bi têgihiştinek rast ji rewşa fermanberên herêmê li Bexdayê û cudakirina pirsa mûçeyan ji cudahiyên siyasî."

Di beşeke din ya vê civînê de behsa çawaniya bihêztir kirina hemahengiya di navbera hêzên ewlekarî yên li deverê û Bexdayê hate kirin, bi taybetî li warên peywendiyên di navbera hêzên pêşmerge û hêzên din yên Êraqê de, ku Qubad Talebanî tekez li ser pêwîstiya hemahengiya tam di navbera tevahiya hêzên ewlekarî û hêzên ewlekarî yên li deverê de kir ku pêwîste hikûmeta federal li hemû hêzên Êraqî binêre bi nêrîneke wekhev û hevsengî li gel pêşmerge were kirin daku grûpên terorîstî ji wan valahiya ku di navbera wan de heye sûd wernegirin .
Di heman çarçoveyê de pirsgirêka êrîşên esmanî yên li ser Herêma Kurdistanê û binpêkirina serweriya axa ÊIraqê û navçeyê ji aliyê welatên din ve hat gotûbêjkirin û Qubad Talebanî daxwaz ji hikûmeta federal kir ku giringiyê bi vê mijarê bide û li ser wê yekê kar bike.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket