Girtina wan du rojnamevanan ti pêwendiya xwe bi pîşeya wan ve nine
Kurdistan 03:59 PM - 2023-10-24
PUKMEDIA
Letîf Nêrweyî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî nûnerê xwe destnîşan kir ku serdana her du rojnamevanên girtî li Silêmaniyê bike û li dosyayên wan lêkolînan bike û rastiyan ji raya giştî re eşkere bike. Letîf Nêrweyî wekû nûnerê Serokê YNK ê ku lêkolîn li ser vê dosyayê kiriye, di kongirekî rojnamevanî de got: ‘’Girtina wan her du rojnamevanan ti pêwendiya wan bi karê rojnamevanî û hizbî re nîne û ew ji ber şer û rûreşiyê hatine girtin.’’
Letîf Nêrweyî berpirsê desteya Buroya Ragihandin û Hişyariyê û nûnerê serok Bafil bo lêkolîna dosyeya 2 rojnamevanên girtî li Silêmaniyê di kongirekî rojnamevanî de ragihand :“Piştî belavbûna gotegotên curbicur derbarê girtina wan du rojnamevanan de, ku bi îdiaya ji aliyê hêzên dije-teror an komando û hêzên ewlehiyê ve hatine revandin, li ser biryara Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê min ligel Hawdîn Mehmûd weke rojnamevan dest bi lêkolînê li ser wê dosyayê kir û piştî gihandina zanyariyan me zanî ku ew kesên hatine binçavkirin ji aliyê polîsên Silêmaniyê ve hatine girtin û li baregeha wan mêvan in.”
Wî zêde kir:“Piştre me serdana baregeha her du rojnamevanan kir û dît ku yek ji wan ji ber mijarên siyasî û rojnamevanî nehatine girtin, lê rojnamevan Cemal Ebdullah li ser du dosyayên kevin hat girtin, yek ji wan li ber şer û pevçûn bû. Rojnameger Emad Bîlal bi giliyê hevkarê xwe bi îxbara îftirayê hatin desteserkirin û her du rojnameger jî li salona 1. a ku odeya pêşwaziyê ye hatin binçavkirin.”
Her wiha got:“Herdu rojnamevanan hemû gotegotên ku hatine revandin red kirin, lê rastiya bûyerê jî piştrast kirin û gotin ku rewşa wan gelek baş e û spasiya hewlên me kirin û gotin ku girtina me ti têkiliya wê bi partiyê re nine. Yek ji rojnamevanan got ez dixwazim bêjim we bi helwesta xwe we îspat kir ku YNK partiya Mam Celal û Hêro Xan e, partiya qelem û azadiya hemû rojnamevanan e. Letîf Nêrweyî got em ê ne tenê parastina rojnamegerên YNK’ê bikin, em ê hemû rojnamegerên alîgir û bê alî jî wekî yên xwe bihesibînin û em ê piştgiriyê bidin wan.’’
Letîf Nêrweyî got jî: “Em wek YNK destêwerdanê di biryara Serok Bafil de nakin, lê em daxwaza nermbûna herî zêde di çarçoveya yasayî de li hember her du rojnamevanan bikin û her tiştê ku ji destê YNKê bê ji bo azadiya ragihandinê li Herêma Kurdistanê, emê ji parastina rojnamevanan dudilî nebin. ‘’
Berî niha Yekîtiya Rojnamegerên Kurdistanê (KUJ) Şaxê Silêmaniyê û Navenda Metro ya Parastina Mafê Rojnamegeran bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku rojnamevan Cemal Ebdullah 9 caran ji ber şer û pevçûnan ji aliyê dadgehê ve hatiye gazîkirin.
Rojnameger Îmad Bîlal jî bi hinceta îftirakirina hevkarekî wî hatiye girtin, dosyaya van her du rojnamevanan ti têkiliya wan bi rojnamegerî û siyaseta partiyê ve nîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

