YNK petrola spî dide welatiyan

Kurdistan 12:49 PM - 2023-10-24
Dr.Briyar Reşîd  PUKMEDIA

Dr.Briyar Reşîd

YNK Bexdad

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi nêzîkbûna demsala zivistanê berdewam e li ser hewlên xwe bo dabînkirina pêdiviyên pêwîst bo xelkê Kurdistanê bi taybetî petrola spî.
Endame fraksyona  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parlamena Iraqê Dr.Briyar Reşîd ji PUKMEDIA re ragihand: Piştî hewlên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Wezareta Neftê biryar da ku miqdarek petrola spî ji bo bikaranîna ji welatiyan re  bide Herêma Kurdistanê. 
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hemû hêza xwe ji bo xizmetkirina welatiyan û dabînkirina pêdawîstiyên wan hewl dide.
Wî jêderî eşkere kir: Wezareta Petrolê li ser daxwaza me biryar da ku miqdarek mezin ji petrola spî bi nirxê yarmetîdankirî, ango bi nirxê her lîtreyek petrolê 150 dînar bide parêzgehên Herêma Kurdistanê.
Wî bal kişand ser wê yekê ku bermîlek neft dê bi nirxê 30 hezar dînar li ser welatiyan were dabeşkirin û nirxê veguhestinê jî 10 hezar dînar e û got: parêzgehên Herêma Kurdistanê dê zêdetir ji 150 milyon lître petrol  spî werbigirin û em bang li rêveberiyên xwecihî dikin ku demildest petrola  spî li welatiyan belav bikin dema gihêst û berî hatina zivistanê bigihin welatiyan.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi xîret hewla xizmetkirina welatiyan dide, ji ber ku berî demekê kar ji bo zêdekirina mafê cotyaran kir, herwiha proje yasaya avakirina parêzgeha Helebce xiste rojeva civînên Civata Nûneran û gihandina daxwazên wan ji rayedarên peywendîdar ên di hikûmeta federal de.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket