Serok Bafil destpêşxeriya bo yekîtiya niştimanî ragihand
Kurdistan 12:42 PM - 2023-10-21
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê piştî bi serkeftî lidarxistina Kongireya Pêncemîn pêk anî , ji bo xizmetkirina welatiyan û danîna prensîpa pêkvejiyana û vekirina rûpeleke nû di danûstandinên xwe de ligel hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî ,biryar daye şanda Mekteba Siyasî bi pêşniyar û çavdêriya Serok Bafil Celal Talebanî serdana aliyên siyasî bike ji bo bo xizmetkirin, aştî û yekîtiya netewî, dê qonaxeke nû bi partiyên Kurdistanî re were vekirin.
Serok Bafil Celal Talebanî serokatiya şandê dikeBerdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Saadî Pîra piştî civîna Mekteba Siyasî ragihand: “Yek ji pêşniyarên kongireya pêncem serdana hemû aliyên Kurdistanî bû, di vê derbarê de jî di civîna Mekteba Siyasî de biryar hat dayîn ku komîteyek were avakirin, bi serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî serdana aliyên Kurdistanî bike û berpirsê Nivîsîngeha Pêwendiyan bo hemahengiyê jî hatiye erkdarkirin.” Li gel wan partiyan derbarê dem û cihên civînên heftiya bê wê diyar bikin, ji bo piştrastkirina helwesta cidî ya Yekîtiya Niştimanî li ser pêwîstiya bihêzkirina yekrêziya rêzan û gotara Kurdî bo xizmetkirina welatiyan û tekez kir ku, peywendiyên me ligel hemû aliyên Kurdistanî baş in û eger cudabûn di nêrînan de hebe, ew di dema serdana partiyên siyasî de ku armanca me ya sereke aştî û yekrêzî cihê nakokiya bigire .”
YNKê Yekîtiyê dixwazeSerok Bafil Celal Talebanî însiyatîfeke Kurdistanî ji bo yekrêziya di navbera partiyên Kurdistanî de radigihîne û dixwaze yekrêziya Kurdan cihê nakokiyan bigire.
Endamê Civata Serkirdayetî û berpirsê Desteya Pêwendiyên Kurdistanê Salar Serhed di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) ragihand: “Insiyatîfa Serok Bafil Celal Talebanî di xizmeta welatiyan de ye û ji bo bidestxistina berjewendiyên giştî ye û Yekîtiya Niştimanî dixwaze nakokiyên di navbera partiyên kurdî de bi dawî bike û yekrêziya rêzê di navbera partiyan de pêk bîne.”
Salar Serhed her wiha got: “Gelek hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî û Iraqî di kongireya pêncem de beşdar bûn , pîrozbahî û piştevaniya xwe ji bo yekîtiyê pêşkêş kirin û ev jî rastiya helwesta niştimanî ya Yekîtiya Niştimanî ya li ser pêkvejiyanê ye. ”
Yekîtiya Niştimanî di wê baweriyê de ye ku yekrêzî dibe alîkar ji bo bidestxistina destkeftên neteweyî
Endamê Civata Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Luqman Werdî ji (PUKMEDIA) re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hemû helkeftan de tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya rêzan û bihêzkirina peywendiyan li gel hemû aliyên siyasî dike ji bo parastina mafên welatiyan qurbaniyên mezin dane, ji bo vê jî serdana partiyên Kurdistanî dike.”
Got jî: Serok Bafil Celal Talebanî û serkirdayetîya Yekîtîya Niştîmanî di hemû waran de tekezî li ser pêwîstîya yekrêzîya rêzan dike, ji ber ku ev pirensîp di dema biryarên Kongreya Pêncemîn de hat diyar kirin, ku tê de sîyaseteke rast a Kurdî li herêmê hate şopandin. Bi yekrêziya rasteqîne ya rêzan, reformên bingehîn û serrastkirina rêbaza hukimdariyê û siyaseta Iraqî ya hevparî û hevsengiyê tê temsîlkirin,û hevbendî û bihêzkirina peywendiyên Kurdistana Iraqê bi hêz û aliyan re ji bo pêkanîna proseya siyasî ya hevbeş e .”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

