Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser mûçeyan hemfikir bûn
Kurdistan 06:08 PM - 2023-10-18
PUKMEDIA
Narmîn Merûf
Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna her du wezîrên darayî yê Kurdistanê û Iraqê ligel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê civiya, endamekî lijneyê ragihand: "Di civînê de têgihîştina gelek baş hebû.’’
Endama Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê li ser navê Fraksiyona YNKê Narmîn Merûf ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand: “Civîna îro ya şanda Herêma Kurdistanê ya bi amadebûna her du wezîrên darayî û Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê erênî bû û têgihiştineke baş li ser lîste û xerciyên mûçeyan hebû.’’
"Herdu alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku pirsa mûçeyên karmendan li ser bingeheke destûrî were çareserkirin, di bin çavdêriya Desteya Çavdêriyê ya hemû karmendên sivîl û leşkerî û mûçeyên xanenişînan." Narmin Meûf wiha dibêje.
Îro 18-10-2023, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrên Darayî yên Iraqê û Kurdistanê li gel Komîteya Darayî ya Encûmena Nûnerên Iraqê civiyan û encamên kar û xebatên 2 mehên borî ji bo Komîteya Darayî hatin pêşkêşkirin û bi berfirehî hat gotûbêjkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

