Serok Bafil: Dabaşan mala her Kurdekî ye

Kurdistan 05:50 PM - 2023-10-16
Serok Bafil û zarokê Kerkûkê PUKMEDIA

Serok Bafil û zarokê Kerkûkê

Serok Bafil Celal Talebanî YNKê Kerkûk

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî pêşwazî li zarokê Kerkûkê Abbas Salar kir ku piştî nexweşiyê daxwaza alîkariyê û dîtina Serok Bafil kiribû.
Di civînê de ku endamê Mekteba  Siyasî Aso Mamend tê de amade bû, Serok Bafil Celal Talebanî bi germî bi xêrhatina malbata wî kir û tekez li ser wê yekê kir ku Dabaşan mala her Kurdekî ye û em xwe weke xizmetkarê her kesê ku pêwîstî bi alîkarî û piştevaniya me heye, dibînin.
Di derbarê nexweşî û daxwazên Ebas Salar de jî Serok Bafil got ku, ew li gel birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyîwendî daye û li her welatekî ku pêwîstî bi çareserkirinê hebe, bi hevahengî û hemahengî hemû pêngavan bo çareser kirina nexweşiya birêz Abbas bavêjin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket